Wext diherike
Wext diherike wek ava çeman
Tu kes nikane bêje hinekî raweste zeman
Çirûskek bû xortanîya temen
Çû û winda bû di nava xeman
Do li dû ma, îro jî rêwî ye bar dike
Wek tike-tika seetê temen kin dike
Por spî dibe, rû diqermiçe
Wexta bêbext her tiştî tarûmar dike
Wext wek qumaşekî nazik î raxistî
Hinek jê keder e, hinek jî rastî.
Em rêwî ne li vê cîhana fanî
Wext serdest e, em in yên bindestî.
XXX
Wext wek ava çeman diherike
Wext wek ava çemekî diherike diçe
Wext cîhan e, em tê da viz dibin bi şev û roj e
Em dibêjin ”wext derbas dibe", lê wext li cîyê xwe ye
Însan e yê di nava sîya wextê da winda dibe û dihere
Jiyana me wek ava çeman diherike, ne sekinî ye
Ew gavên me yên berbî tunebûnê ye
Her kêlîya tê, kêlîya din dikuje
Wext, serwerê herî mezin ê vê gerdûnê ye
Em xewnekin di hişê wextê da hatin dîtin
Em çîrokek in rûpelên wê zû hatine çirandin
Ne destpêk heye ji bo wextê, ne jî dawî
Em tenê li ser sînorên wê rêwîne rêwî
XXX
Di neynikê da ruyê qermiçî
Di por da hevdên sipî
Wext şerekî bêdeng e
Ne girtina do mimkûn e
Ne jî sekinandina îro
Zor tê êdî girtina rojan, mehan û salan
Sal ji destê me diherike wek hebên qûmê
Wext, geh hebûne, geh tunebûn e
Xortanî xewnek bû, hat û çû
Her kesî li vê dinyê ji xwer rêyek hilbijart
Dengê gupe gupa dil xofdar e
Wexta ji me ra veqetandî naguhere
Gava meriv vedigere, dinêre li mazîyê
Meriv bi keser dikene bi her tiştê borîyê
Dibêjin wext mamosteyê herî mezin e
Rast e, rojekê dawî li jiyana me tîne.
Not:
Do bi şev kela dilê min rabû, min xwest çend gotinên xweş li
ser wextê û jiyanê li hev ragirim. Min hin tişt nivîsî û ji AI pirsî, gelo dîtinên wê yên li ser
wextê û jiyanê çi ye?
Hin beşên şiîrên jor pêşniyar kir, got meriv kane wiha jî bibêje.
Min ziman rast kir û gelek alî û gotin guhertin.
Çimkî hin gotinên gotibûn nedihatin fêmkirin.
Di dawîyê da min ev rêzên jor li hev ragirtin.
Şiîra ”di neynikê da rû qermiçî” min ji tirkî wergerand. Di wê
da jî min gelek guhertin kir.
Tiştê balkêş, ziman ne baş be, hin gotin neyên fêmkirin, AI jî kane şiîrê
binivîsîne. Û him jî ji gelek şairan şairtir e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar