19 september 2026

Hêzên îslamî dixwazin Ewrûpayê jî bikin wek welatên xwe

Li dinyayê tu welatekî îslamîst îdare dikin ê di nava rehetîyê û huzûrê da ye tune ye. Li her welatê îslamîst li ser hukim in, milet perîşan e, zulm heta qirikê ye, azadî, demokrasî tune ye, şer û teşxele ye, însan jê direvin.

Îslamîstan, misilmanan welatên xwe kirin cahnime, milet perîşan kirin, nuha jî dixwazin Ewrûpayê jî bikin wek welatên xwe; li Ewrûpayê jî azadî û demokrasîyê nehêlin.

Û gelek welat kirine cahnime. Li gelek welatên Ewrûpa Rojava hêzên îslamî, misilman êdî qeweteke mezin in, şirîkên hukûmetan in. 

Çend salên din ewê bi patiyên xwe têkevin meclîsan û şerîetê bixwazin. Li Swêd îslamîst gihîştine wê nuxtê, êdî kanin hukûmetê bixînin û partiya xwe bikin şirîkê hukûmetê.

Çepên ewrûpî û partiyên keskan ji ber ehmeqîya xwe malik li xwe viritandin, çend salên din ewê fêm bikin, wê demê jî ewê dereng be.

 Îslamîst, misilman nuha hêzên çep, lîberal bi kar tînin, ji bona bigihîjin hedefa xwe ji xwe ra dikin pêlik, piştî çend salên din ewê hewcedariya wan bi çep mepan nemîne, ewê partiyên xwe ava bikin û bi wan têkevin meclîsan.
Îslamîst ji bo hedefeke siyasî destegê didin çepan, komunîstan, tevgerên femînêst, ataîst. Li welatên xwe mafê jiuanê nadin wan, komunîstî, femînîstî, çepîtî li welatên wan sûc e, daran di wan ve dikin.
Lê vir mele dibin hevalê konunîstan. Meriv ne ehmeq be ji viya bawer nake, zane fen e, durûtî ye, sextekarî ye.

Hêzên çep vê dijîyatiya îdeolojîk û dînî fêm nakin; nabêjin îslamîst çawa kane bibe mitefikê kesên çep, konunîst, femînîst, ataîst?

 Ewrûpa Roja ne Ewrûpa 40-50 sal berê ye, ji kok da guherîye, bûye warê teşxelê, şer û pevçûnê û tirsa ji pêşerojî. Hêzên misilman li gelek welatan êdî şirîkên hukûmetan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar