23 september 2026

Heger em jîr bin em kanin Amedsporê bikin Barselona kurdan


Li ser feyde û zirara futbolê û piştgiriya Amedsporê di nav kurdan da minaqaşe û fikrên cuda hene.
Hinek dibêjin Amedspor zirarê dide hereketa kurd a netewî, kurdan ji kurdayetiyê dûr dixîne, bi futbolê mijûl dike.

Gelo futbol ji bo miletekî bindest bi zirar e, gerek kurdên welatparêz li dijî futbolê derkevin û piştgiriyê nedin Amedsporê û taximên din ên Kurdistanê?

Bi kurtî bandora Amedsporê û futbolê ya li ser hişmendiya netewî ya kurdî babeteke van rojan di nav kurdan da, di nav rewşenbîr, siyasetmedaran û di medyaya sosyal da pir tê minaqaşekirin.
Li ser vê meselê nêrînên cuda û dijberî hev hene.

Hinek dibêjin futbol zirarê dide tevgera kurd a netewî, bala civatê, ciwanan ji meseleyên sîyasî dikişîne ser aliyekî din.
Hinek dibêjin dewlet li pişt Amedsporê ye. Hinek dibêjin PKK ewê ji bona berjewendiyên xwe bi kar bîne. Yanî di vî warî da fikrên cuda hene.
Li gorî hinekan, dîn çawa ku afyona civatê û miletê bindest e, futbol jî afyoneke din e, ew jî civatê, ciwanan bêhiş dike.
Bi dîtina wan, futbol hestên neteweyî, hêrs û enerjiya ciwanan a siyasî di hundirê stadyûmê da dihelîne, wan ji têkoşîna esasî ya neteweyî dûr dixîne. Ji bo wê jî gerek kurdên welatparêz, partiyên sîyasî piştgiriyê nedin Amedsporê, futbolê.
Çimkî Amedspor, kurdan entegreyî sîstema futbola Tirkiyê dike. Ev yek ewê bibe sebeb kurd li şûna daxwazên azadîyê, wext û enerjîya xwe bidin şahî û serkeftinên futbolê.
Dibê meriv nehêle ciwan wexta xwe bidin futbolê, ji dêlî wê, bala wan bikşîne ser meseleyên sîyasî, netewî.
Ez ne bi van dîtinan ra me, ez dijayetiya futbolê û Amedsporê rast nabînim.
Bi baweriya min heger meriv jîr û zana be, kane Amedsporê wek Barsalonayê bike taximekî kurdan yê netewî û ji hebûna wê feydeyeke mezin bibîne.
Heger meriv jîr be kane Amedsporê li hemberî dewleta dagirker bike amûreke berxwedanê û xurtkirina nasnameyê kurdî. Katalanan wer kirin.
Di dema rejîma Franco da, bikaranîna zimanê katalanî, hildana ala Katalonyayê û her cûre sembolên neteweyî qedexe bûn. Lê belê stadyûma Barselonayê bû qada azad a bilindkirina van sembolan. Pûlisan nikanîbû di stadê da mudaxaleyî bi sedhezaran bikira.

Însan li stadyûmê bi hev ra bi katalanî dipeyivîn, sirûdên qedexekirî digotin û alên xwe vedikirin.

Qulûba Barselonayê bû platformeke li dijî asîmîlasyonê, nasname û zimanê katalanî parast.

Maçên li dijî Real Madrid ne tenê wek lîstikeke futbolê, wekî tolhildanek siyasî dihat dîtin. Her serkeftina li hemberî Real Madrîdê moralekî mezin dida Katalanan. Tîma Barselonayê, katalan û micadela wan bi dinyayê da naskirin. Ev yek ji bo me kurdan jî mimkûn e, heger em wek katalanan jîr û zane bin, em jî kanin eynî tiştî bikin.

Yanî heger spor bi zanîn û bi organîze were birêvebirin, nabe "afyon", berevajî wê, dibe mertaleke li dijî asîmîlasyonê û parastina nasnameya netewî.

Katalanan futbol ne wekî amûreke şahiyê, wekî qadeke berxwedanê bi kar anîn û tê da bi ser ketin. Em jî kanin eynî tiştî bikin.

Seha û maçên Amedsporê  kane bibe platformek bi mîlyonan kurd hestên xwe yên netewî nîşan bidin.
Heger meriv baş bixebite, stad kane bibe platformeke kurd tê da nasname û sembolên xwe yên netewî  nîşan bidin.
Meriv kane marş û stranên kurdî, sloganên kurdî ji bo Amedsporê hazir bike, ji bo ku alîgir ne bi tirkî, bi kurdî hestên xwe bidin der, bi kurdî bistirên.
Dibê meriv nasnameya kurdî derxe pêş, sporcîyan, alîgiran, ciwanên Amedê teşwîqî axaftina kurdî bike.
Dibê meriv bibêje, dibê her kes bi medyayê ra bi kurdî bipeyive, tu carî bi tirkî bersîvê nede pirsên rojnamevanan.
Di sporê da feydeyên navnetewî jî ne hindik in. Bi taybetî ji bo me pir muhîm e.
Gava maçên Amedsporê rastî êrîşên nîjadperestên tirk tê, di asta navnetewî da balê dikşîne ser rewşa kurdan; dinya bi doza me dihese. Her kes fêm dike Amedspor taximekî miletê kurd e û ji bo wê jî tirk neyartiya wê dikin.
Serkeftina tîmeke bi nasnama xwe ya kurdî tê naskirin, ewê moral û xwebaweriyê bide civakê û ciwanan; di sporê da jî emê ji hev biqetin, bibin EM û Ew, em kurd in, ew tirk in. Û Amedspor jî tîmeke Kurdistanê û ya kurda ye.
Ji bo wê jî, bi bawerîya min, gerek kesên welatparêz, kurdperwer dest bavêjin qada sporê û Amedsporê bikin tîmeke miletê kurd a netewî.

Katalanan li Îspanyayê futbol ji bo micadela xwe ya netewî ne wek asteng, wek katalîzatorek sîyasî bi kar anîn. Dibê em jî wer bikin.
Jixwe tu kes nikane sempatîya ciwanan û civatê ya li hemberî Amedsporê nehêle, ji dilê ciwanan derxîne.
Gelş ne di futbolê da ye, futbol bi xwe zirarê nade civatê, meriv kane feydeyê jî û zirarê jî jê bibiîne. Ev, girêdayî me ye.

Heger futbol bibe sedemê civat pirsgirêkên xwe yên bingehîn ji bîr bike, helbet zirarê dide.
Lê heger meriv wê bike qada nasandina nasnameya netewî, qada daxwaza bilindkirina şîarên mefên netewî, kane ji micadela me ya netwî ra xizmeteke mezin bike.
Bi kêrê meriv kane karê xerab jî bike, însên jî bikuje û karê baş jî bike. Bi sîlehê meriv kane yekî jî bikuje û kane pê xwe biparêze jî. Yanî problem ne di hacet û di wasîteyê da ye, ji însên e. Heger em jîr û zane bin emê ji Amedsporê feydeyê bibînin û wê bikin qadeke antî kolonyalîst û micadela netewî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar