22 september 2026

Ez bi halê te digrîm !

Îblîs ji nişka ve mêrik himêz kir û bi hîskînî kûrr û kûrr dest bi girî kir.

Mêrik matmayî ma, got:
-Mesele çi ye, çima digrî?
Îblîs devê xwe kir kerrika guhê wî û hêdîka jê ra got:
-Belkî haya te ji te tune ye, lê dibê tu baş bizanibî, tiştê anîne serê te min jî nikanîbû bikira. Wan çawa bîra vê pîncîtiyê, vê şeytanîyê birin, ez fahm nakim! Ez bi halê te digrîm.

Bawer bikin, tiştê tirkan û Evdila Ocalan anîye serê me kurdan, îblîs bi îblîsîya xwe jî nikanîbû vê fêlbazîyê bike, nikanîbû vê bobelata giran bîne serê me.
Miletê kurd xistine gerîneke pir xerab. Gerek em bi siyaseteke aqilane ji vê gerînekê, ji vê gîrdabê derkevin. Lê bi ecelê, bi zorê nabe, plan hêdî, hêdî pûç dibe.

XXX

Mişkê biçûk ji dêya xwe pirsî:
-Dayê, ev dinya pir ecêb e ne were ?
Dayikê got:
-Ji bo çi ecêb e?
-Em ji pisikan ditirsin. Pisik ji kûçikan ditirsin. Kûçik ji însanan ditirsin. Însan jî ji hev ditirsin. Çimkî hevdu dikujin, hevdu qir dikin. Welatên hev, bajarên hev yên berî nuha bi sedsalan ava kirine wêran dikin. Piştî ku têr hevdu dikujin, piştî ku welatên hev baş wêran dikin li hev tên.

XXX

-Her bahoz ji bona jiyana we xera bike ranabe, hinekên wan ji bona paqijkirina rêya we ye.

Paulo Coelho

Bahoza, bagera li Kurdistana Bakur, Başûr û Rojava îro li me kurdan rabûye belkî ji bo paqijkirina rêya me ye, belkî ji bo me bixêrtir e. Dibê em bêhêvî nebin.

XXX

-Meriv jiyanê bêyî sipasî, hazirlop himêz dike û rast û çep, bê hesab û bê kitab bi kar tîne. Di dawîyê da jî rojek tê, bêyî ku pê bihese wê jiyanê ji dest dide.

Voltaîre

Dibê meriv li siheta xwe miqate be, wek şufêrê serxweş bi koranî najo...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar