21 september 2026

Yekîtiya hêzên pêşmerge hat îlankirin


Li gorî xebera Rûdawê, îro li Hewlêrê bi merasimekê yekîtiya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hat îlankirin. Ji nuha û pê da êdî pêşmerge ne hêzeka tu partiyê ye, êdî artêşa Kurdistana Federe ye.

Gaveke tarîxî ye, bi dil û can pîroz dikim. Înşela di demek nêz da hukûmetê jî ava bibe.
Yêkîtiya hêzên pêşmerge pir dereng ma, ji vê derengmanê miletê kurd zirareke mezin dît; dostên me xeyalşikestî bûn, ji me sar bûn.

Ez bawer dikim ev yekîtîya derengmayî bi xêra zextên dostên me çêbû, serokên PDKê û yên YNKê mecbûr man vê gavê bavêjin.

Hêvî dikim bi vê gava hatiye avêtin dostên me îqna bibin û dev ji piştgiriya me û pêşmergeyan bernedin.
Ya din jî, hêvî dikim ev yekîtî ne taktîkî û demkî be, yekîtiyek rastîn û daîmî be.
Qubad Talabanî: Yekîtiya hêzên pêşmerge gaveka tarîxî ye

XXX

-Xurtîya fizîkî û zihnî li hemberî wextê hêdî hêdî têk diçin. Lê qerekter, exlaq wext jî nikane têkil bibe, wek xwe dimîne.

Arthur Schopenhauer

Pêşiyên me ji viya ra gotine, kurmê şîrî heta pîrî. Merivê baş xera nabe, yê xerab jî baş nabe.

XXX

-Li dinyayê çiqas baweriyên dînî, xwedayî hene min li ser hemûyan lêkolîn kir, min hemû tetkîk kirin, koka hemûyan çîrok û mîtolojî ne.

Thomas Jefferson

-Heger hûn xwe bikin pez, gur jî ewê we bixwin.
Benjamîn Franklîn

Însanên ji pez xerabtir pir in, lema hîn jî dîktator hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar