Darbir ketibûn nav daristanê dar dibirîn, daristan tune
dibûn.
Lê belê daran dîsa jî dom kirin, rayên xwe dan bivir.
Çimkî doxa wî ji
wan bû, daran ew ji xwe dihesibandin
Charles Bukowsky
Her kesê ji qewmê meriv her tim ne ji meriv e, hinekên wan carnan kanin bibin doxa bivir û serê meriv bibir. Kurdên bûne doxa bivirê destê neyar, heval û rêberên dijminên me pir in.
Ev îxanetî derdekî me yê pir kevn e. Ji bo wê jî pêşîyên me gotine, ”ji min keto, bi min keto.”Gelekên ji me ketine, bûne agir û bi bedena me ketine; bûne doxa bivir û serê me dibirrin…
XXX
-Moza hingiv li kulîkê digere, mêş li birînê. Însan
meyildarê çi be tiştê çavên wî dibîne ew e.
Însan bi kenê xwe terbîya xwe, bi tiştê pê dikene mistewa
xwe nîşan dide.
Mawlana
XXX
-Jiyana meriv sê beş in:
Di beşa yekê da, tu texmîn dikî tu yê dinyayê biguherînî.
Di ya duda da,tu fêm dikî naguhere.
Di ya sisiya da, tu fêm dikî dinyayê tu guherandîye.
J.P. Sartre
-Hesinê sebrê ew banedabe, çemê aqil ew derbas nekiribe,
kela îradeyê ew hilneweşandibe tune ye.
Lao Tzu
Di jiyanê da meriv dersên herî mezin û herî bi qîmet ji kesên herî erzan û bêqîmet digre. Çimkî meriv di şexsê wan da xerabîyê, bêbextîyê, durûtîyê nas dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar