Zarokekî kurd ê 11 salî bi navê Rohan Sefo, li ser Amedsporê sitraneke bi navê "Lêxe Amedspor" çêkiriye. Li Tirkiyê hesabê wî yê medyaya sosyal hatiye astengkirin. Tirk ji vê sitrana Rohan pir aciz bûne, hesabê wî bloqe kirine.
"Demokrasîya" tirkan hewqas e, qebûl nake zarokekî 11 salî pesnê Amedsporê bide. Ev dewlet tehamul nake zarokekî me li ser tîmeke kurd sitranekê bibêje.
Heger Rohan ev sitran ne li ser Amedsporê, li ser taximekî tirkan çêkiriba, ewê
ew bi asîmanan xistana, telewîzyonên tirk ewê ew ji dest hev birevandana, Rohan Sefoyê biba îdolekî mezin !
Lê ji ber ku sitrana wî bi kurmancî ye û li ser tîmeke
Kurdistanê ye hesabê wî asteng kirine. Gerek kurd baş bizanibin ev vê dewlet çiqasî neyarê wan e.
XXX
10 sal berê, roja teqawit bûm. Min dîyariyên xwe yên ciyê kar û hevalên kar dabûn min anîye malê û ev fotograf li mitpaxa me girtiye. Êdî jiyaneka nuh, rojên ne wek yên berê dest pê dike. Min nedît10 sal çawa derbas bû !
Wê demê ez ciwan im, wek îro kal nebûme.
XXX
Îro li Rihayê seet di 10:40î da erdhejeke bi hêza 5,4 pileyî
çêbûye.
Erdhejeke bi pileya 5,4 ne pir e, lê ji bo Kurdistanê pir e
û kane zirarên dabe avahîyan hebin.
Tesîra xwe li bajarê min Wêranşarê, li Swêregê û hin qezayên
Rihayê yên din jî nîşan daye.
Li gorî agahiya AFADê kûrahiya erdhejê 7,39 kîlometre bûye.
Heta nuha di heqê zirarên madî û canî da tu agahî tune. Hêvî dikim zirarên canî
tunebin.
XXX
Xebereke ez pir pê kêfxweş bûm. Li paytexta Çînê, li
zanîngeheke Pekînê, beşa zimanê kurdî(soranî)vebû. Perwerdeyê bi 11 xwendekaran
dest pê kiriye. Dibêjin jimara xwendekaran ewê zêde bibe.
Du mamoste çînî ne, yek jî kurd e.
Hêvî dikim beşê kurmancî jî vebe û li zanîngeheke Kurdistanê jî beşa çînî vebe. Dibê kurd jî fêrî çînî bibin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar