Fûara Kitêban a Diyarbekrê îro dest pê kir. 27 weşanxaneyên kurdî beşdarî Fûarê dibin. Fûar ewê 9 rojan, hetanî 4ê cotmehê dom bike.
Kitêbên min ewê li standên Weşanxana Pallê û Weşanxana Dara hebin. Dibê amedî
miheqeq rêya xwe bi Fûarê xînin û her yek çend kitêban bikirin.
Ev îmkan her tim nayê ber nigên we.
Bira zarokên we ji van xemîşokên kurmancî yên wek
gezo şîrîn bêpar nemînin, bira zarokên we aşînayî çîrokên kurmancî bibin û
zimanê xwe, fantazîyên xwe bi pêş xînin.
Weşanxana Avesta vê carê beşdarî Fûarê nabe.
Xwedîyê WeşanxanaAvestayê gotiye, ji ber mesrefên giran, paşguhkirina daxwazan û cihên xirab ew beşdarî Fuara Amedê nabe.
Rast e, beşdarîya Fûarên Kitêban ne rehet e, him karekî giran e, him jî mesrefeke zêde lê diçe û di dawiyê da jî kar zirarê dernaxîne.
Lê jixwe Avesta li Amedê ye, yê bixwaze kane here wir kitêban bikire.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar