25 september 2026

Însan çima xwe dideqînin û lêvên xwe dikin balon?

Di van salên dawî da di nav peya û pîrekan da xwedeqandin, emelîyatên estetîk, botox pir û pir zêde bûye.

Peyayên xwe nedeqandibe û jinên lêvên xwe nekiribin balon û meşk pir kêm in.
Tu bala xwe didê jinên pir xweşik, lihevhatî, wek kulîlkan, bi dev û lêvên xwe lîstine, lêvên xwe kirine balon, bûne ibret. Gava meriv dibîne, bêhemdî kenê meriv tê.

Bi mezinkirin û dagirtina lêva meriv xweşiktir nabe, belovacî wê dibe wek bebekên lastîkî yên zarokan. Pir ne xweş dibin, meriv naxwaze li wan binêre. Belkî ez şaş im, lê li ber çavên min jinên lêvbalon û botoxbûyî gelkî ne xweşik in; gunehê mi bi wan tê.
Ez fahm nakim xort, mêrên wan jinan çawa vê emelîyata gelkî ne xweş, ne hewce qebûl dikin?
Xanima min tiştekî wer bike, di vî umrî da emê hevdu berdin.
Bawer bikin ezê bi yeka dev û lêva xwe kiribe balon ra nejîm, nikanibibim bijîm.
Gava ez jinên wiha dibînim pir xemgîn dibim, gunehê min wan tê û ji xwe vê pirsê dikim?
-Însan çima, ji bo çi û bi çi aqilî vê ibretê tîne serê xwe û xwe dike pêkenîn?
Nuha bi dagirtina lêvê wşik bibûna minê bigota, bavo xweşiktir bûne.

Lê belovacî wê ye; bi dagirtina lêvê heta hûn bibêjin ne xweşik dibin.
Di nav jinên kurd da jî, bi taybetî di nava jinên Kurdistana Başûr da dagirtina lêvan û emelîyatên din ên estetîk pir zêde bûye.
Gelek mixabîrên Rûdawê jî lêvên xwe dagirtine, ew keçikên wek kulîlkan pir ne xweş bûne.
Hêvîdar Zana xanim îstîsnayeke pir baş e, kêfa min jê ra tê. Ji ber ku wê jî bi dev û ruyê xwe nelîstiye teqdîr dikim. Hêvî dikim dînîtiyeke wer neke. 50 salî ye, wek xanimeke 30 salî xuya dike. Pir pak e, lihevhatîye; dibê tu carî bi dev û lêva xwe nelîze.
Xwezî hevalên wê yên din jî wek wê baqil bûna û bi dev û lêvên xwe nelîstana.

Dinya dijîtal, tesîra medyaya sosyal, TîkTok bandorê li însanan dike, deq û emelîyatên estetîk êdî bûye mode, bûye trendeke pir berbelav a ne xweş û bi zirar. Ez bawer dikim dû ra psîkolojiya gelek kesan xera dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar