Dibê meriv dost û hevalê xwe pir dîqet hilbijêre; ne karekî rehet e, lê meriv bikanibe bike baş e.
Hevalê rastîn wek sîyê ye. Tu xwar jî bibî, tu rast jî bibî,
tu bikevî, tu rabî tu carî terka te nake, tim bi te ra ye, te bi tenê nahêle.
Hevalê baş jî wisa ne, di tengasiyê da, di firehiyê da tim û daîm bi meriv ra
ne.
Ji bo wê jî dibê meriv dostên xwe pir dîqet hilbijêre. Dost û hevalê xerab meriv
xeyalşikestî dike.
Bira hevalên we hindik bin, lê merivên baş bin.
XXX
Dilê însên wek zevî ye, hin kes hezkirinê, muhabetê diçînin, hin kes jî nefretê
diçînin, mahsûl jî emel e, kê çi çandibe wiya diçine.
Tu ceh biçinî tu ceh biçînî, mahsûla te nabe genim ya jî birinc.
Kî bi çi têkeve dilê meriv bi wiya dimîne.
XXX
Wext, sal û zeman tenê naherike û naçe, ji meriv jî hin tiştan
digire û dibe. Carnan yê destê meriv ji meriv distîne, meriv destvla
dihêle,carnan jî yên di dilê meriv da ji bi xwe ra dibe …
Tiştê meriv kane bike, ax û wax e, ew jî nafîle ye.
Merib dibêje, xwezî min wiha nekiriba
XXX
Heta serê te nekeve tengasiyê, heta dilê te birîndar nebe,
heta roj li te nebe şev, ji kesî ra nebêje ev dost û hevalê min e.
Ji bo ku meriv bizanibe kî dost û hevalê rastîn e, kî dost û
hevalê derewîn e ceribandin lazim e.
Hevalê xerab, hevalê roja xweş e.
XXX
Jiyan tiştekî pir ecêb e, di saxiya meriv da gava hewce be
kes zû bi zû destê alîkariyê dirêjî meriv nake.
Piştî meriv dimre, meriv pir bi qîmet dibe, ji bo ku têkevin bin darbesta meriv, însan xwe di ber hev ra dikin, meriv hildin ser milên xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar