05 september 2026

Bira merivên xerab ji jiyana we derkevin

Di jiyanê da hin însan dikevin jiyana meriv û ebedî dimînin, hinek jî tên û diherin.
Ji bo yên diherin dibê meriv xemgîn nebe, fêkiyê xerab ji darê da dikeve.
Merivê xerab terka meriv bikin, ji jiyana meriv derkevin baş e, fena meriv sêveke xerabûyî ji nav sepeteke sêvên teze bavêje.
Hevalên we, dostên we bira însanên baş bin, bira hindik bin. Ya muhîm qelîte ye, ne jimar e.

XXX

Tenê merivên kole bi qesir qonaxên, bi mal û milkên, bi serwet û meqamê efendîyê xwe bextewar e.
Kole heta ku kole be, ne xwediyê tu tiştî ye.

XXX

Însanên wer hene, tu tevî ceh bikî hesp naxwe, tu tevî gêrmiyê bikî kûçik naxwe. Devpîs in, fêsad in, heska gelaciyê ne.

Gur ji mij hez dike, ew jî ji şer û teşxelê hez dikin. Ji bo ku kanibin fêsadiyê bikin dixwazin kurd tim di gewriya hev kevin.

XXX

Di minaqeşê da meriv çiqasî sakîn be baş e, tesîra gotinên meriv zêde dibe, li meriv tê guhdarîkirin.

Keder zanîn e, yên herî pir zanin mahkûmî kişandina êşa herî giran in.
Lord Byron

Hin însan kor in, tu têxî çavên wan jî nabînin.
Hin însan nankor in, gava ne li gorî berjewendiya wan be tiştekî hîs nakin, tu çi bikî bawer nakin, qebûl nakin. Çimkî kara wan tê da tune ye.

XXX

Heta ku tu tiştekî didî, feydeyê digihînî hinên din yên dost xuya dikin pir in, lê gava tu tiştekî dixwazî, tu hew dinêrî dostên te gişk ji ortê wenda bûne

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar