Kûçik û dîk bûn destbirakên hev. Kûçik ji dîk ra got:
-Li van deran rûvî hene. Heger rûvî hat bela xwe di te da, hilkişe ser darê û
bang bide. Ez çer banga te bibihîzim ezê tavilê werim hawara te.
Demek derbas bû, rojekê dîk bala xwe dayê rûviyek qerde, qerde berbî wî va tê.
Tavilê firiya ser darê û dest bi bangdanê, azanê kir.
Rûvî hat bin darê û bi zarekî şîrîn ji dîk ra got:
Dîk got:
-Hinekî bipê, meleyê nuha were, piştî mele jî hat, emê nimêja xwe bikin.
Rûvî hew bala xwe dayê kûçikekî wek şêrekî ji hember da berbî wan ve tê. Bêyî ji dîk ra tiştekî bibêje, bi lez ji wir dûr ket.
Dîk ban kirê, got:
-Meçe, vaye mele hat, emê nimêja xwe bikin.
Rûvî got:
-Desmêja min şikiya, gerek ez herim desmêja xwe teze bikim…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar