Li ser tebîeta însên gelek teorî û fikrên cihê hene, fîlozofan li ser tebîet û hovbûna însên gelek tiştên muhîm gotine. Ji van fîlozofan yek jî fîlozofê alman Arthur Schopenhauer(1780-1866)e.
Min bi kurtî çend nuxteyên fikrên Arthur Schopenhauer yên li ser tebîeta însên, yên li ser hovbûna însên top kir, wergerand kurmancî. Bi bawerîya min tiştê însan dike, tiştên tînin serê hev dîtina Arthur Schopenhauer a pesîmîst tesdîq dike. Hema di vê sed sala dawî da hovîtiyên însanan kirine wahşetên mezin in.
Ev wahşeta însan dike îro jî li gelek derên dinyayê berdewam e. Li gelek deran ji bona zîvêlek erd bombeyan bi ser serên hev da dibarînin, bajarên hev wêran dikin.Arthur Schopenhauer, wek fîlozofekî reşbîn, pesîmîst tê naskirin. Li gora wî, kaînat(gerdûn) ne cihê aqil e, hêzeke kor û bêserûber li pişt her tiştî heye.
Cîhana em dibînin tenê xeyal e. Rastîya bingehîn a li pişt
her tiştî îradeya jiyanê ye. Ev îrade hêzeke kor, bêserûber, bêarmanc û birçî
ye, tu carî têr nabe. Her tiştê di xwezayê da heye, ji nebatan bigire heta
însanan di bin kontrola vê hêza kor da ye.
Jiyan di bingeha xwe da tije êş û azar e. Ji ber ku ”îrade”
her gav tiştekî din dixwaze. Însan her tim di nava daxwaz û hewcedariyan da ne.
Çavê însên tu carî bar nabe. Gava daxwazek bi cih tê, meriv
tenê ji bo demeke kin hinekî rihet dibe, lê paşê dikeve bin bandora daxwazeke
nû, daxwazeka nû derdikeve.
-Di rastiyê da însan bêyî heywanekî wahş ne tiştekî din e.
Em wî(însên) bi halê wî yê kedîkirî û merbendkirî nas dikin; tiştê em jê ra
dibêjin medenîyet ev e.
Ji ber wê ye carnan gava tebîeta(xwezaya) wî ya rastîn derdikeve meydanê em şepleyî
dibin…
Ev dîtina Arthur Schopenhauer a li ser tebîeta însên ne ji
ber pesîmîstiya wî ye, bi baweriya min di heqê însên da tespîteke rast e.
Camêr rast gotiye, însan pir xweş tarîf kiriye.
Herbên, wahşetên tarîxê heta nuha dîtine îspata dike însan mexlûqatê herî wahş,
herî dirrinde ye, çavê wî tu carî ji tu tiştî bar nabe.
Bi rastî jî însan ji heywanan hovtir e. Çimkî heywan tenê ji bo hewcedariyên
xwe, dema birçî be, ya jî ji bo ku birçî nemîne nêçîrê dikin. Însan ne wiha ne.
Însan kane ji bo kêfê, ya jî ji ber timayiyê, çavbirçîtiyê jî zirarê bidin hev;
ji ber pêkanînê welatên hev dagir bikin, bi milyonan ji hev hevdu bikujin.
Tarîxa kevn û nuh şahidê vê hovîtiya însên e.
Çend gotinên Arthur Schopenhauer:
-Însan di binê çermê xwe da heywanekî hov e û hov maye. Ew tenê bi zincîrên şaristanîyê û qanûnan hatiye girêdan.
-Kêmasiya herî mezin a însanan ne bêaqilî ye, durûtî ye.
Heywan hov in, lê însan derewçîn in.
-Cîhan dojeh e, însan jî him benderuhên tê da êşê dikişînin, him jî zilmkarên vê
dojehê ne.
-Çavnebarî di xwezaya însên da heye; ew bi bêbextiya kesên
din şa dibe, bi bextewariya wan xemgîn dibe."
-Heke qanûn û nîzama giştî tenê rojekê rabin, hûnê bibînin
însan ewê çawa mîna guran êrîşî hev bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar