Gava ji meriv ra xerab tê, diranê meriv di pelokê da dişkê.
Çend roj berê ji min ra jî xerab hat, diranekî min ê pêşiyê, got qirp û şikiya. Ji ber diranê pêşî ye, xuya dike.
Nîv
seeta din ezê herim ser diransaz, tuxtora dirana, hela em binêrin xanimê çi biryarê bidin.
Ev hevîr ewê gelek av hilîne, ewê li ser min biha rûne...
Du roj berê ez çûm, xanimê fîlm girt, îro ewê biryara dawî
bide.
Xanima diransaz got, belkî ew proteza min biguherin, yeka
nuh çêkin; çimkî diranek şikiya ye.
Gava meriv kal dibe, wek erebeya kevn xerxote dibe, tim jê
ra tahmîr lazim e.
Lê sûcê min jî pir e, heta ez hatim Swêd, min tu carî firçe û mahcûn bi kar neanîbû. Di 30 salîya xwe da min dest bi firçekirina diranên xwe kir. Wê çaxê jî diran di devê min da nemabû, belkî min 7-8 heb kişandibûn.
Diransazê çend fîlmên din girtin, got emê protezeke nuh çêkin. Ezê gelek carên din jî herim. Ewê li ser min pir biha mal bibe. Îro jî pir biha bû.
XXX
Di jiyanê da ji meriv ra her tişt pir muhîm xuya dike, heta
ku rojekê meriv nexweş dikeve.
Wê wextê meriv fahm dike tu tiştê ji sihetê muhîmtir tune
ye, tiştê herî muhîm sihet e.
Lê wiya jî meriv pir dereng fahm dike. Însan di vî warî da
qet baqil nebûne.
XXX
-Şêrek, ji bo ku kûçik li pey wî diewtin tu carî li pey xwe nanêre
XXX
-Merivê kamil, merivê dunyadîtî tu carî aşûnî, pozbilind
nabe. Şermê zane, edebê zane.
Pêşiyan ji kesên wiha ra gotine: merivê bi esil har nabe, hingiv genî nabe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar