19 augusti 2026

Ji dîktatoran ra şelaf lazim in


Fîlozof, dîplomat û tarîxzanê navdarê Îtalî Niccolo Machiavelli (1469–1527) li ser şelavên dîktatoran çend şîretên xweş kirine. Ji ber ku di nav tirk û kurdan da di van salên dawî da şelafên Erdogan û desthilata wî zêde bûne, min dîtinên Makyavellî yên li ser şelafan kir kurmancî.
Makyavellî(Machîavellî) ji prens ra gotiye:
-Şelafan li dor xwe kom bike.
Prens gotiye çima?
Makyavellî gotiye:

-Eskerên te yên herî sadiq ne yên şûr li piştê ne, şelafên bênabên pesnê te didin, şaşiya te ya herî mezin jî fena ku hîkmetek be bi ezmanan dixînin.
Tu çiqasî dakevî jêr jî te wek merivekî mezin, bi esalet nîşan didin.
Tu çi şaşiyê bikî jî te wek zanayekî mezin îlan dikin.
Bi zêdebûna zulma te ra pesnê wan jî zêde dibe.
Viya jî gelekê caran ji bona berjewendiyên xwe yên pir biçûk dikin.
Lê belê ji bîr meke, ew ne dostên te ne, ne jî şêwirmendên te ne. Dema tu bi wan ra li ser eynî sifrê rûdinî xuyê wan(exlaqê wan)di te jî digere. 
Her îmtîyaza herî biçûk tu didî wan, dibe sebebê xwe di ser gel ra bibînin.
Û viya jî qet ji bîr meke, gava textê te hejiya, ew zimanên tu bi ezmanan dixistin ewê bêdeng bimînin, dû ra jî ewê bi kêfxweşî bibin xizmetkarê yê herî xurt. Gava te difroşin ewê çavên xwe jî qurç nekin.
Ji bo wê jî, kurtêla bavêje ji ber wan da, lê belê destê xwe dirêjî wan meke. Wan bilind meke, lê belê dengê wan jî nebirre…

Tiştê meriv ji vê numûneya Makyavellî derxîne ev e: Çawa ku kûçik ji ji xwediyê xwe ra, ji şivên ra xizmeteke baş dike, şelaf jî ji dîktatoran ra, ji hukumdaran ra eynî xizmetê dikin. Lê pir rehet kanin bibin şelafên dîktatorekî din..

Çend gotinên Makyavellî:

-Mirov bi hêsanî mirina bavê xwe ji bîr dikin, lê windakirina milkê xwe tu carî ji bîr nakin.

-Şer dema hûn bixwazin dest pê dike, lê dema hûn bixwazin naqede.

-Yê dixwaze serkeftî bibe, dibê xwe li gora dema xwe biguherîne.

-Xelk bi piranî tenê li encamê dinêre.

-Heke tu dixwazî dijminê xwe tune bikî, ya jê re pir qenc bibe, ya jî wî bi temamî biperçiqîne; ji ber ku heyfa piçûk tê hilanîn, lê heyfa mezin nayê hilanîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar