18 augusti 2026

Tirkan êdî dev ji xeyala endametîya Yekîtîya Ewrûpayê berdane

Konsulê berê yê Yekîtiya Ewropayê yê Enqerê Marc Pieri, bersîv daye gotina serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li ser endametiya Yekîtiya Ewrûpayê.
Erdogan gotibû,”endametîya Yekîtiya Ewrûpayê êdî ne amaca me ya sereke ye."
Marc Pieri gotiye:
”Dibe ku Bruksel bi vê yekê kêfxweş bibe. Ev helwesta Erdogan li gorî sîstema Tirkiyê ye. Li Tirkiyê serweriya hiqûq zeîf bûye, edalet, civaka sivîl û medyaya azad nemaye.”

Welatekî azadî, demokrasî, huqûq, edalet, medyaya azad lê tunebe helbet ewê nexwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.

Di rastiyê da tirkan tu carî bawer nedikirin kanibin bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê, çimkî ne amadene xwe biguherînin.

53 sal in Tirkiye li ber derîyê Yekîtiya Ewrûpayê ye, dike nake, nikane têkeve hundur. Çimkî demokrasiyê, edaletê, wekheviyê qebûl nake.

Lê sebebê herî esasî qebûlnekirina azadiya miletê kurd e. Ji ber ku naxwazin azadîya kurdan qebûl bikin lema nikanin bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê.

Heta kurd azad nebin ne mimkûn e li Tirkiyê demokrasî, huqûq, edalet hebe, ewê tim wiha be û xerabtir bibe.

Di jiyanê da ji meri v ra her tişt pir muhîm xuya dike, heta ku rojekê meriv nexweş dikeve.
Wê wextê meriv fahm dike tu tiştê ji sihetê muhîmtir tune ye, tiştê herî muhîm sihet e.
Lê wiya jî meriv pir dereng fahm dike. Însan di vî warî da qet baqil nebûne.

XXX

Meleyên xwînxwar ên Îranê bela xwe ji kurdan venakin, bi drona êrîşî ofîsa serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirine.

Mele neyartiya xwe ya bi kurdan ra baş nîşan didin. Şerê bi Amerîka û Îsraîl ra neyartiya wan a bi kurdan ra baş îfşa kir.
Îranê çro êrîş şermezar kiriye, wezîrê karên deve gotiye ne em in. Rûreşiyê û vira dikin. Him êrîş kirine, him jî şermezar dikin. Derew ji bo wan ne gelş e. Bi êrîşên wiha sîstema parastinê diceribînin, dixwazin bizanibin kurd kanin çiqasî xwe biparêzin û xwedî sîstemeke çawa ne.

XXX

Agir bi erdê dikeve, hişk ter bi hev ra dişewitin. Li rojava, bakur û başûrê Kurdistanê agir bi erdê ketiye, ne partî tenê, miletê ham û tam jî pê ra dişewite.

Em wek milet tecrûbeyeke pir trajîk dijîn. Em nikanin kesên xwedî hêz ji xeta xwar, ji riya şaş vegerînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar