18 augusti 2026

Li ku derê şer derkeve ji Erdogan ra kar e

Baran dibare, erd pesnê xwe dide, ji xwediyê zevî ra kar e. Li ku derê şer û teşxeleyek hebe ji serokê Tirkiyê Erdogan ra kar e

Îran û Îsraîl û Amerîka şer dikin, li kara Erdogan e, ji Erdogan ra baş e, pere bi ser da dibare, ji Îranê ra bi dizî delaliyê dike.
Rûsya û Ukranya malikê li hev wêran dikin, Erdogan li karê ye, ji Rûsyayê ra delaliyê dike, petrol û gaza erzan dikire.
Şerê Sûriyê derket, ji Erdogan ra bilêta serê salê lêxist, mêrik bi 
nîvhenekê welat dagir kir, bû hukumdarê Kudistana Rojava û Sûriyê.

Gelşa koçberên zorba derdê, li kara Erdogan e, milyar euro bi ser da dibare, pê kursiya xwe saxlem dike.

Li ku derê şer û teşxele derdikeve ji Erdogan ra kar e.
Nuha jî dora kurda ye. Di bazara PKKê û Evdila Ocalan da jî ewê li karê derê. Heger sax bimîne careka din bibe serok.

XXX

-Şik ne dijminê heqîqetê ye, gava pêşî ya çûna ser riya heqîqetê ye.
Renê Decartes

-Aqilê şikê neke nikane fêr bibe, lê belê aqilê tim şikê bike jî tu carî nikane huzûrê bibîne.

Konfuçyus

-Însan ji bo ku bejnên xwe bixemilînin serwetekê xerc dikin, ji bo ku aqilê xwe bixemilînin tu tiştekî nakin.

Ji bo wê ye piranî ji derva dibriqin, ji hundur xerabe ne

Dîjojen

-Dema em zarok bûn em tim bi deng digrîyan, ji bo ku hinek were me aş bike. Nuha em bi dizî digrîn, ji bona kes me nebîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar