17 augusti 2026

Xelkê îcadên wer kirine devê meriv ji hev dihere !


Di telewîzyona Swêd, kanala 1ê da programeka bi navê seniorsurfarna(surfçiyên teqawid, bi qidem)heye. Min bîstek berê lê temaşe kir. Çend car in dema lê rast têm temaşe dikim.Programeke pir xweş e.

Nivîskar, artîst, zana, entelektuelên Swêd ên herî bi nav û deng beşdarî programê dibin. 

Xanima mamoste wan fêrî bikaranîna telefonê dike.
Meriv kane bi telefonê çi karî bike, nîşanî kesên kal û pîr dide.

Xanimeka pispora teledonê kal û pîrên wek min nezan fêrî bikaranîna telefonê dike.
Meriv risimekî, dokumentekê, xarîteyekê, edresekê çawa dişîne, çawa pirsan ji AI dike, çawa li ferhengê dinêre, çawa tercume dike, bi sedan tiştên wiha fêrî kesên beşdar dikin.
Îşev tiştê herî ez pir matmayî hîştim, rismê kulîlkekê ji AI ra şandin, gotin navê vê kulîlkê çi ye?
AI yê navê kulîlkê rast go.
Aqilê min sekinî!
Programek çawa kane ji rismê kulîlkekê fêm bike navê wê çi ye?
Wê demê kane însanekî jî nas bike, ew kî ye !
Kane ji rismê bajarekî fêm bike, ew kîjan bajar e!
Min digot tiştên wiha ancax însan bizanibin, kanibin nas bikin. Lê wa ye AI jî êdî wek însên zane navê kîjan kulîkê çi ye!
Van camêran îcad wer kirine eynî wek însên pirsa te fêm dike, ji risim navê kulîkan zane.
Helal be ji xelkê ra. Mala wan hezar carî ava be. Ez hîn nizanim GPSê bi kar bînim.
Yên dinya pêş da birine, yên keşf û îcadên aqilê me nagire kirine gişk xiristiyan in, Dinya Rojava ye.
Misilman jî diherin ba şêx û melan duayên wan dikirin, ji xweşên xwe ra niviştan didin çêkirin. Hinek jî mîza deve, mîza mangê wek derman bi kar tînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar