Dibe ku ji bo hinekan serxwebûn, dewleteke netewî ne muhîm be, entegrasyona di nav tirk û ereban da baştir be.
Ji bo min bêdewletî, entegrasyona di nav tirk û ereban da helandina miletê kurd
e, felaketeke mezin e.
Heta ku ez bê welatekî serbixwe bim, bê dewlet û bê pasaporteke netewî bim, ez xwediyê Xezîneya Qarûn bim jî agirê dilê min nakewe, ez xwe azad û
bextewar his nakim. Gerek em kurd jî bibin xwedî dewlet, gerek hedefa me ev be.
Roja kurd hemû bi vê xeyalê bijîn Kurdistanê çêbe, emê ji
bindestiyê xelas bin.
XXX
Fanon li ser azadiya miletê bindest gotiye:
”Miletê bindest heta zincîrên hişê xwe neşkîne, nikane zincîrên
di destên xwe da bişkîne.”
Çimkî azadiya rastî berê di hiş da dest pê dike. Heta miletê
bindest di warê rûhî, fikrî da xwe ji bin bandora serdestan, kolonyalîstan
rizgar neke azadiya fîzîkî ne mimkûn e.
Heta hişê, ruhê kolekirî neyê azadkirin şikandina zincîrên
di destan da naşikiyên. Ji ber wê jî dibê em zincîrên dagirkeran yên di serê
xwe da bişkînin.
XXX
-Heger însanek cirnexweş be, îdare bikin.
Heger cahil be, aqil bidinê.
Heger merivekî hêrsokî be, sebir bikin.
Lê heger nankor be, bihêlin bira here.
Çimkî merivekî cirnexweş kana baş bibe.
Merivekî cahil kane baqil bibe.
Merivekî hêrsokî kane sakîn bibe.
Lê belê merivê nankor, bêwefa tu carî naguhere.
XXX
-Xwezî însan bi qasî ku mirîyê xweşikiyê ne, hewqasî jî
mirîyê diristîyê bûna.
///Konfuçyus
///Konfuçyus
Serîyê her kes jê hez bike ne tu serî ye.
XXX
Fena ku kompîtora min nexweş ketibe,wer xuya dike. Belkî jî
li ber mirinê ye. Vê sibê li dor 10 deqan viz bû, viz bû, venebû. Axirê dû ra
li min hat rahmê, got çirp û vebû.
Hêvî dikim neketibe komayê. Du sal berê cîranê min ê swêdî ew ekrana wê belaş dabû min. Bawer dikim 7-8 sal kevn e. Belkî umrê wê temam bûbe. De ez û şansê xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar