15 september 2026

Îlham di xebatê da tê meriv

Ka vê sibê ez bi çend gotinên xweş dest bi nivîsa xwe ya rojane bikim. Bîsteke din ezê herim ser toxtorê dirana/diransaz. Lema wexta min tune xeberan bixwînim, bifikirim û li ser rojevê tiştekî binivîsînim. Ji bo wê jî bi çend gotinên xweş dest bi nivîsa xwe ya rojana dikim.

-Îlham her tim heye, lê gerek ew te di xebatê da bibîne.
Pablo Pîcasso
Serê her tiştî xebat e, dibê em ji bo azadîya xwe bixebitin. Serketin bi xebatê dibe.

-Her rojê ne li gorî berhema te top kirîye, li gorî toximê te çandîye binirxîne.

-Jiyana te bi tesadufan baş nabe, bi guherînê baştir dibe.
Jîm Roh
-Rewşa te ya nuha tayîn nake tu yê herî ku derê; tenê ji te ra dibêje tu yê ji ku dest pê bikî.
Jîm Rohn

-Heger mesele, sir di piraniyê da bûya kevçîyek mast ji satilek şîr ra nedibû heyvan.

-Bêqabîlîyetbûn ne qusûreke, lê belê bêşexsîyetî qusûreke mezin e.

-Dibê meriv sê tiştan qet ji bîr neke:
Ez çi bûm?
Ez bûm çi?
Ezê bibim çi?

-Di hurmetê da esalet, di hezkirinê da şefqet heye.
Di xweşbîniyê da hurmet, di sikûtê da jî hîkmet heye.
Di dostniyê da minet, di evînê da sedaqet heye

-Tu nikanî  okyanûsê ji beqekî di bîrê da dijî ra îzah bikî.

-Heger mişk pisikê bêminet dike, ya qulikek li nêzîk heye, ya jî kûçikekî jê bawer li wir e.

-Dil kilîtkirî ye, kilîta her dilî cihê ye. Tu çiqasî zorê didê bidê, kilîda şaş nikane dilê rast veke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar