Nivîskar û rexnegirê edebîyatê û xelatgirê Xelata Nobelê yê Edebîyatê John Maxwell Coetzee*, li ser tirsê û azadiya hiş teşbîheke pir xweş kiriye, gotiye:
"Azadî ne tenê qetandina zincîrên destên xwe ye; azadî rizgarkirina hişê xwe ji tirsê ye."
Azadkirina hiş ji tirsê, ji murîdtîyê bi qasî azadbûna ji bindestiyê muhîm e;
het ajê muhîmtir e jî.
Dibê meriv xwedî îrade, xwedî fikreke azad be; Îradeya xwe nexe bin emrê tu kesî, tu partîyê.
Yanî hişên xwe, mejiyên xwe ji tirsê, ji
mirîdtîya şexsekî rizagar nekirine.
Kesên wiha li hemberî xerabîyên dewletê serî hil didin, lê li hemberî xerabîyên
serokê xwe, partîya xwe bêdeng in, kerr û lal in.
Coetzee gotiye, ”Gunehkarî, ne tenê kirina xerabîyê ye, di eynî wextê da
bêdengmayîna li hemberî xerabîyê jî bi qasî wê gunehkarî ye.”
Dibê meriv ne tenê li hemberî xerabîyên dewletê, xerabîyên serokê xwe, partîya
xwe jî qebûl neke.
"Civatên pêşketî ji merivên bêaqil ditirsin, civatên paşdamayî
ji merivên baqil ditirsin."
Ji bo wê ye gelek caran merivên totikvala, yên bêaqil kanin bibin serok, kanin bibin berdek û rêberên sîyasî.
Çend gotinên Coetzee yên li ser mijarên cihê:
"Tu kes bi hêsanî dev ji desthilatdariya xwe bernade. Dema
tu tiştekî din di destê wan da namîne, zilmê wekî sîlehekê bi kar tînin."
"Ji bo miletên bindest tu carî tarîxek û zemanekî rast tune ye, serdestan ji
wan ra çi tayin kiribe ew tenê di wan serdeman da dijîn."
"Dema her tiştên li derdor te xera dibin tu nikanî
şerefa xwe biparêzî. Carnan tenê tehamulkirin jî bi serê xwe serkeftin e."
"Însan çi bike jî nikane bi temamî xwe ji dinya dervayî xwe
îzole bike. Heta ku tu li vê dinyayê hebî, tu girêdayî qedera mirovên din î."
"Ziman hacetekî, amûrekî were ye ku, carinan ne ji bo
rastî derkeve ortê, ji bo veşartina rastiyê jî tê bikaranîn."
*J. M. Coetzee, bi eslê xwe ji Afrîka Başûr e, di sala 1940î da li bajarê Cape Townê (Kapstaden)hatiye dinê. Di sala 2002a da koçî Awistralyayê kiriye. Di sala 2006a da bûye hemwelatîyê Awistralya û nuha li wir dijî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar