Însan tim wek xwe namînin, bi salan ra diguherin. Hinek pir
duguherin, hinek hindik duguherin.
Hinek baş dibin, hinek xerab dibin. Hinek tew dilewitin. Hinek jî ji gelê xwe ra dibin mûm û çira.
Yanî guherîn pir hindik, baş xerab heye. Meriv vê rastîyê di jiyanê da dibîne.
Meriv kane bibêje, du tiştên esasî dibin sebebê guherîna însanan. Ya di jiyanê da gelek tişt hatiye serê wan, ji gelek badîreyan derbas bûne, gelk tiştî fêr bûne, lema hişê wan hatîye serî, baqil bûne. Ya jî canê wan pir şewitîye, lema dilê wan bûye wek kevir.
Ne hewce ye meriv bi seraf be, menfaet û meqam şexsîyeta rastîn a her kesî derdixe ortê.
XXX
-
XXX
-Bi malê xwe comerd be, bi sirrê xwe ciqûs be. Yê mal dide
dibe ezîz, yê sir dide dibe zelîl
-Ba mûmê vedimirîne, lê belê agir gurrtir dike. Dibê tu astengîyan
ne wek bayekî te vedimirîne, wek bahozeke te gurrtir dike bibînî.
///Marcus Aurelius
-Sûcên herî mezin, xerabîyên herî mezin ne ji bona
bidestxistina tiştên lazim, ji bona tiştên zêde, ne hewce tên kirin.
///Arîstoteles
XXX
Derew felaketa herî mezin a însên bêşeref dike. Bi însanê
derewçîn ra şeref tune ye.
XXX
-Ji dêlî ku ezê wek we bipeyivim û wek we bijîm, ezê wek ez
dixwazim bijîm, wek ez dixwazim bipeyivim û bimrim; ez jiyaneke wiha di ser ya
din ra dibînim.
///Platon
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar