21 oktober 2026

Meriv çawa kane ala miletekî din ji ala miletê xwe bêtir hez bike?

Ez dikim nakim, nikanim Hudaparê û kurdên bûne leşker û canfîdayên filistînîyan fahm bikim.
Meriv çawa kane ji azadîya miletê xwe bêtir ji bo azadîya miletekî din bixebite, çawa kane ji ala miletê xwe bêtir ji ala miletekî din hez bike?
Fena meriv dêya xelkê ji dêya xwe bêtir hez bike.
HUDAPAR û hin rêxisti û kurdên îslamî ne ji bo miletê xwe, ji bo filistînîyan dixebitin. Ala wan di ser ala kurdî ra digrin.

Meş, protesto û civînan ne ji bo gelê xwe, ji bo filistînîyan çêdikin.
Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Îraqê tu carî protesto nakin, tu carî serokên van welatan rexne nakin, gav û seetê Îsraîl û Netanyahû rexne dikin.

Lê rojekê jî, carekê jî li dijî Erdogan û zulma tirk li kurdan dikin dernayên, wê proteston nakin.
Li hemberî filistînîyan pir humanîst in, bi merhemet û dilşewat in, lê him berî êş û bindestîya miletê xwe kor in, kerr û gêj in, ji bin da bêmerhemet in.
Rojekê ji bo kurdên Kurdistana Rojhilat, Rojava meşekê, protestoyekê nakin; tu carî Tirkiyê, Îranê, Sûrîyê, rexne nakin.
Li Amedê ne ala Kurdistanê, ala filîstîn didin destên keçên kurd, fena ku karekî pir baş kirine, bi serbilindî vîdeoya wê belav dikin.
Meriva çawa, ji bo çi, bi kîjan aqilî ala miletekî din ji ala xwe muhîmtir dibîne, bêtir jê hez dike?
Ev çi ruh e, çi aqil e, çi îdeolojî ye, çi şexsîyeteke xerabe ye ku micadela ji bo filistînîyan di ser ya miletê xwe ra digire?
Gava însan vîya dikin, çima şerm nakin, çima ûjdanê wan  tehamulî vê xîyaneta wan ya bi miletê wan ra dike?

XXX

Heta bawerî hebe hezkirin jî heye, dostî û hevaltî jî şîrîn û xweş e. Heger bawerî nemabe êdî ne hewceyî bêhnokê ye, dibê meriv nuxteteyê deyne û meselê biqedîne.
Bawerî wek ruh e, bedena terikand careke din lê venagere; wek şûşê ye, piştî şikîya tu carî nayê qeysa berê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar