21 oktober 2026

Aîdîyet û futbol


Min ev nivîsa li ser futbolê û xortan ji bo malpera CÎLO TVê nivîsî. Nivîs do di malpera CÎLO TVê da him wek tekst, him jî bi deng hat weşandin.
Piştî min nivîs şand bi 9-10 deqîqeyî berpirsiyarê Malpera Cîlo TVê bi notekê ji min ra got, "Mamoste nivîsa hat parvekirin û nivîs bi deng jî ye."
Ez matmayî mam, di nav çend deqeyan da nivîsa min kirin bi deng, xanimek nivîsê dixwîne. Hinekî ecele dike, zû dixwîne, lê rast dixwîne.Îcadeke aqilê min nagire, programek, robotek çawa kane nivîsekê bixwîne?
AI îcadeke aqilê meriv nagire. Gelo alimên misilman ji bo AI çi dibêjin, eceba wê jî dikin îcadeke Xwedê, çawa îzah dikin ez meraq dikim...

XXX
Aîdîyet û Futbol
Zinarê Xamo

Futbol li dinyayê û li Kurdistanê sporeke bi milyonan xort jê hez dikin, li dorê kom dibin, dibin alîgirên taximan(tîman) ên aktîv.

Gerek kurdên welatparêz vê qada pir muhîm, ya bi milyonan xort tê da hene ji nedîva neyên, xwe jê dûr nexînin û ne li dij bin; nebêjin futbol afyonen e. Futbol ne afyon e, sporeke li dinyayê ya herî populer e.
Sîyasetmedarên kurdperwer gerek vê qada bi milyonan xort li dorê kom dibin ji dijmin ra nehêlin.

Ciwan li gorî extîyaran(kal û pîran) bêtir xwîngerm in, aktîvtir in û zû dibin alîgirê fikirekê, îdeolojîyekê û taximekî futbolê.

Ciwan di qonaxa avakirina nasnameya xwe da ne. Ew dixwazin xwe bikin aîdî grûbekê, taximekî futbolê, îdeolojiyekê, ji bo ku cihê xwe di civatê da çêbikin.  Hewcedariya "aîdîyetê" ciwan rehet dike sempatîzanên sîyasetekê, partîyekê û taximekî futbolê.

Ciwan li gorî extîyaran bêtir ji guherînê ra vekirî ne. Çimkî hîn ciwan in, paşeroja wan li pêşîya wan e, ew dixwazin sîstemê, qaîdeyan û dunyayê biguhêrînin, xwedî îdîalên mezin in.
Ciwan wek extîyaran ne statukoparêz in. Extîyar bêtir mêldarên parastina statukoyê ne. Ji ber ku umrê wan derbas bûye, dixwazin tiştên bi dest xistine, wek aramî, malbat, urf û adet, fikir, îdeolojî  biparêzin. Ji guhertinên lez û bez ditirsin. Xort ne wiha ne, ji guherînê ra, ji fikrên nuh ra vekirîne. Ji bo wê jî her hêz li dû qezenckirina xora ye.

Em jî di xortanîya xwe da xwedî eynî hestan û bawrîyê bûn. Ji bo wê jî me bi rehetî terka dibistanên xwe, karên xwe, mal û zarokên xwe dikir û em dibûn şoreşgerên canfîda.
Îro em extîyar bûne, êdî em eynî fedekarîyê nakin, wek dema xortanîyê nabin endamên partîyan, ji vê çalakiyê nabezin çalakiya din.
Bi salan ra enerjiya me kêm bûye, êdî em li dû aramîyê û parastina enerjiya xwe ne.
Xort ne wiha ne, ew aktîv û enerjîk in, rîskê digrin û zû dibin xwedî fikrên nuh, tiştên nuh.

Ji ber ku ciwan xwîngerm in û tecrûba wan a jiyanê kêm e, cîhanê bêtir "reş û sipî" dibînin. Ji bo wan tiştên nuh, îdealîzm li pêş e. Ew bawer dikin kanin Dunyayê(cîhanê) biguhêrin, lema pir rehet dibin alîgirên fikrekê, îdeolojiyekê, partîyekê û taximekî futbolê yên tund.
Nuha li Kurdistanê sîyaset ne populer e, xort xwe jê dûr dixin, li dora sporê bêtir kom dibin.

Li Kurdistana Bakur xort wek berê ref bi ref berê xwe nadin sîyasetê.
Heta sala 1990î jî qezenckirina xortan pir rehet bû, bi belavokekê, bi axaftinekê, bi sohbetekê xort dibûn hevalên meriv.
Sîyaset di nava xortan da populer bû, cazîbeya wê hebû, her xortî dixwest bibe hevalê partîyekê, hêzekê, ev yek jê ra şeref bû, di civatê da jê ra dibû nasnameyeke wî ya xurt.
Lê nuha li welatê me rewş hatîye guhertin, xort êdî xwe nêzî sîyasetê nakin. Bingeh û rewşa sîyasî, kulturî pir hatîye guhertin.
Çimkî di 30-40 salên dawî da sîyasetmedaran îmtîhaneke pir xerab dan, trajedîyên mezin hatin serê xortan, bi dehhezaran xort heder bûn, kes nizane gorrên wan jî li ku ne.
Ji bo wê jî ciwan êdî xwe nêzî partîyan û îdeolojîyên sîyasî nakin. Çepîtîyê îflas kiriye, wek berê ne di rewajê da ye.

Xort ji dêlî sîyasetê wexta xwe, enerjîya xwe didin tiştên din; dixwînin, xwe didin muzîkî û sporê, bi taybetî jî futbol pir populer e.
40-50 sal berê futbol wek nuha li Kuridistanê ne berbelav bû, taximên kurdan wek nuha bi pêş neketibûn.
Nuha Amedspor di Lîga Super da ye, bi milyonan piştgirên wê hene.
Bêyî Amedsporê, çar taximên din jî, Wanspor, Batman Petrolspor, Mardîn 1969 Spor û Ixdir FK jî di Lîga 1ê da dilîzin. Taximên lîgên din jî din jî hene, xortên piştgiriyê didin wan jî pir in.

Ji bo wê jî li Kurdistanê futbol di nav xortan da pir populer e, bi sedhezaran xort piştgiriyê didin taximên xwe, diçin maçên taximên xwe, saha tije dibin.
Bi taybetî dema bi taximên tirkan ra tên hemberî hev, tirk neyartîya kurdan dikin, ev yek dibe sebebê ruh û hestên netewî bi xortan ra zêde bibe, ew jî li nasnameya xwe ya netewî xwedî derkeve.

Bi xebatê meriv kane nasnameya netewî bi xortan ra xurt bike, futbol dibe wek micadela sîyasî ya nabêna tirk û kurdan.
Dibê siyasetmedar vê qada bi milyonan xort tê da aktîv in ji dijmin ra, ji hêzên pûlperest û şelafên dewletê ra nehêle. Dibê sîyasetmedar dest bavêjin klûbên futbolê, tê da bibin berpirsîyar, bibin sponsor.
Heger kurdên welatparêz dest navêjin vê qada muhîm, dijmin ewê tesîrê li xortan bikin, wan ji hestên netewî, kurdayetîyê dûr bixin.
Xort li ku bin dibê sîyasetmedar li wir aktîv bin, di nava wan da bixebitin ji bo ku ev enerjiya mezin a ciwanan têkeve kanaleka netewî, Kurdistanî.

Hinek dibêjin, efendim futbol jî weka dîn afyon e, dewlet futbolê wek wasîteyeke xapandinê, serxweşkirinê bi kar tîne, ji bo ku ciwan bal û enerjiya xwe bidin ser futbolê û ji pirsên sîyasî, civakî û neteweyî dûr bikevin.
Heger meriv meydanê ji dijmin ra bihêle, helbet dijmin ewê xortan li gorî amanca xwe organîze bike. Dibê meriv vê qadê ji dijmin ra, ji kesên xerab ra nehêle, tê da aktîv be.
Dibê sitranbêjên me yên meşûr, ên wek Mem Ararat, Ciwan Haco ji taximên/tîmên Kurdistanê ra stranan çêkin ji bo ku di maçan da werin gotin.

Futbol îro li cîhanê û li Kurdistanê qadeka herî mezin a bi milyonan ciwan li dora wê kom dibin. Eger tu xwe ji vê qadê dûr bixî, tu xwe ji pêwendiya bi milyonan ciwanan bêpar dihêlî.

Nimûneyên wekî Amedsporê bi zelalî nîşan didin futbol kane bibe amûreke mezin a nasnameyê, yekîtiyê û parastina nirxên kulturî. Futbol tenê ne lîstikek e, carinan dibe qada sîyasî û xweîfadekirina miletê bindest. Heger em jêhatî bin em jî kanin wek katalanan bibin xwedî Barcelonayên kurd.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar