21 oktober 2026

Hêzên îslamî ji bo Ewrûpayê êdî bûne talûkeyeka pir mezin

Îslamîstan, xortên misilman û reşik, hêzên çep ên bûne hevalbendên îslamîstan bi talankirina mal û milkên yahûdîyan û fransizan nîşanî fransizan û Macron dan ew ji bo Fransayê çiqasî talûke ne.
Naskirina dewleta Filitîn, bertîlên Macron da filistîniyan û îslamîstan jî Fransa ji talan û şewatê xelas nekir.

Fransa welatê pêşî bû dewleta Filistîn qebûl kir û boykot danî ser Îsraîl. Lê van tawîzên Macron nikanîbû Fransayê ji talan û şewata ereban û îslamîstan xelas bike.

Dibê her kes bizanibe, ewrûpî çi bertîl û tawîzê bidin îslamîstan jî ew nabin dostên wan, dev ji neyartîya Ewrûpayê bernadin. Çimkî ew li dijî dînê wan, kultura wan, demokrasîya wan, şiklê jiyana wan in, ew dixwazin Ewrûpayê ji hundur dagir bikin.
Sebebên protestoyan hemû derew û maske ne, hedefa wan têkbirina sîstemê ye.
Yêndijminatîya Îsraîl û cihûyan dikin di eynî wextê da ji nirx û kultura Rojava jî, ji demokrasîyê jî, ji azadîya fikrî jî, ji sekulerîzmê û wekheviyê jî nefret dikin.

Fransayê ji bo xatirê filistîniyan û misilmanan pişta xwe bi yahûdîyan da kir û bû heval û piştgirê îslamîstan.

Lê ewrûpî çi bikin, çi bidin filistînîyan û îslamîstan jî ew nabin dostên we, dev ji neyartîya dînê we, kultura we, şiklê jiyana we bernadin. Ewê bixwazin we wek xwe bikin, jixwe li gelek deran demografîya welatên we guherandine û êdî li gorî kultur û şerîeta xwe dijîn.
Ewrûpîyan tu xerabî bi misilmanan û afrîqîyan nekiriye, bi milyonan afrîqî û misilmanên feqîr, belengaz di nava aramîyê û refahê da dijîn, piraniya wan kar nakin, li ser dewletê dijîn. Bi sedhezaran perwerde bûne, hatine meqamên pir muhîm. Bi milyonan bi wan ra zewicîne, lê dîsa jî şêkir tê tune ye, dîsa jî Fransayê talan dikin û dişewitînin.

İslamlaşma tehdidi artık geleceğin meselesi değil

Li Ewrûpayê gefa îslamî êdî ne îdîayeke bêbingeh e, rastîyeke berbiçav e, li gelek waran da xwe nîşan dide.
Em nuha vê gefê li Fransayê, li Portekîzê, li Îspanyayê, li Hollanda gelek welatên din dibîne.
Her welatê îslamîst lê xurt bibin ji kurdan jî talûke ye. Çimkî tirk, ereb, faris li welatên xwe çi tînin serê kurdan, li Ewrûpayê jî dema xurt bin ewê eynî tiştî bikin û dikin jî. Bi taybetî jî tirk û erb, heta hûn bibêjin neyartîya kurdan dikin.

Di sîyasetê da, di medyayê da, di îdara eşîretên getoyan da, li gelek welatan di guherîna demografîyê da, di sûcên ekonomîk û krîmînel da, di ketina îdareyên beledîyan da, di zanîngehan da, di dezgehên kulturî da, di mitîngên kuçe û kolanan da, di sextekarîyên di hilbijartinan da dibin, di tacîz û tecawizên jinan da, di şerê nabêna çeteyên kirîmînel da, di zêdebûna tirsa jiyana ferdî da meriv tesîra gef û xurtîya îslamîstan dibîne.
30-40 sal berê îslam li Ewrûpayê ji bo demokrasîyê ne gef û talûke bû, lê îro li Fransayê, li Îngilîstanê, li Îspanyayê, li Swêd, li Almanyayê, li Hollandayê.
Swêd di devê topê da ye, heger rê li ber zêdebûna û belavbûna hêzên îslamî neyê girtin, 20-30 salên din Swêda îro ewê nemîne, misilman ewê bibin xwedîyê dewletê.
Çimkî dewlet li pişt vê projeyê hene, dixwazin Ewrûpayê ji hundur dagir bikin, ji bo wê jî bênabên însanan radîkal dişînin û li her welatî organîze dikin. Hêzên îslamî gav bi gav civatê diguherin, kultura xwe, dînê xwe bi dewletê, bi civatê didin qebûlkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar