19 oktober 2026

Naskirina însên tiştê herî zor e

”Ji zarokan fêrî bişirînê bûm, ji pisikê fêrî huzûrê bûm, ji kûçik fêrî dostanîyê bûm, fêmkirina însên heddê min derbas kir.”

Gotin ya kê ye ne dîyar e, min nikanîbû test bikira kê gotiye. Gotineke rast û xweş e, min jê hez kir. Çimkî îşaretî giringîya duristîyê, sadetîyê, xwezayîyê dike. Dibêje meriv kane gelek tiştên baş ji heywanan jî fêr bibe.

Maneya vê gotinê ya felsefî, dibêje tiştê sade, tiştê xwazayî baş e, lê însan mexlûqekî pir tevlihev e, fêmkirina însên pir zor e. 

Sedîsed rast e, li dinyayê tiştê herî zor naskirina însên e, naskirina dinya însên e. Di jiyana xwe da meriv vê rastiyê dibîne. Gelek kesên demekê baş bûn, karê baş kirin, dû ra diguherin, dibin merivên pir xerab, heta dibin zilamên dijmin û zirarên mezin didin gelê xwe.

Zarok, sembola duristiyê ye, pak e, hîle xurde li ba tune ye. Zarok di kenê xwe da ne durû ye, samîmî ye. Kenê zarokekî ne sexte ye, ne ji bo berjewendîyekê ye; kenekî safî û ji dil e. Hînbûna ken ji zarokan mecazî ye, tê wateya bextewariya ji dil, bêşert û bêhîle. Mezin kane ji bo xapandinê bikene, zarok viya nakin.

Aramiya Pisîkan pir taybet e.
Pisîk heywanên li gora kêfa xwe hereket dikin, serbixwe ne, emrê kesî qebûl nakin, li gorî dilê xwe dijîn; guh nadin derûdorê, xwedîyê, mîrê, xatûna her malê ne.
Li ser kûçik gelek gotinên baş û ne baş hene, hinekên wan rast in, hinekên wan ne rast in.
Lê dostanîya kûçik, dilsoziya kûçik bêhempa ye. Lema jî kûçik sembola sadiqîyê, dilsozîyê û hezkirina bêmenfaet e. 

Lema hevaltî û dilsoziya kûçik wek numûna hevaltîya sadik, bêmenfaet tê dîtin.

Maneya gotina dawî,"fêmkirina însên ji hedê min derbas bû", rexneyeke mezin a felsefî ya li însên e. Însan berovacî ”zarok, pisikê û kûçik” kane durû bin, her kesî li gorî xwe ji xwe maskeyek çêkiriye. 

Tu însanekî çiqasî nas bikî jî tu nikanî bi temamî nas bikî.
Ji bo wê jî naskirina însên, fêmkirina însên pir zor e, çimkî însan kane li gorî berjwendîyên xwe biguhere û meriv matmayî bihêle.

Yanî gotin ji me ra dibêje, rastî, dilpakî, maneya jiyanê di tiştên herî sade û xwezayî da veşartî ye, lê însan benderuhekî pir tevlihev e, bi vê tevlihevîya xwe carnan jiyanê li xwe jî diherimîne, dike jahr.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar