Wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, li ser rejîma Îranê teşbîheke xweş daye, rejîma meleyan şibandiye mar, gotiye, me serê mar jê kiriye, dêla wî li ba dibe.
”Îranê bîranîneka min a dema em li Carolîna Başûr dijiyan anî bîra min. Marên bi jarî hewisî bûn bexçeyê me. Te serê wî jê dikir, dêla wî hîn jî diperpitî. Tu mecbûr dibû serê mar binax bikî. Em serê Îranê binax dikin. Mar hîn bawer nake mirar bûye, lê gava roj çû ava ewê êdî neperpite. Rejîma Îranê mehû bûye. Û ewê di nêzîk da viya fahm bikin."
Ez heyrana çavê te, teşbîha te him rast, him jî pir xweş e, bi rastî jî mar hîn diperpite. Ji bo ku neperpite serî zû binax bikin. Ev marekî pir bi jahrî ye, pir talûke ye, dibê hûn zû bikujin. We pir dirêj kir, gerek hûn vî marê qartîşî temam bikin, dinyayê jê xelas bikin.
XXX
Sebir û tehamula li hemberî zorî û zahmetîyan şeref e, gilî
û gazin zeîfî ye. Dibê meriv ji bîr neke sebir, kilîta biserketinê ye.
XXX
Barê me giran e, karê me zor e, rîya me dûr e, lê bawerîya
me ya bi azadîyê temam e.
Her têkçûnek mer xurttir dike, ji me ra dibe tecrûbe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar