03 september 2026

Bi rexneya me hevalên Abdulah Ocalan îqna nabin

Van rojan di medyaya sosyal da li ser bazara Abdulah Ocalan, PKKê û Tirkiyê minaqeşeyên pir germ û gurr çêdibin. Hin kes Abdulah Ocalan û PKKê rexne dikin, hevalên PKKê jî siyaseta serokê xwe bi heraret, carnan jî bi gefxwarina kesên rexnegir diparêzin.

Bi bawerîya min tiştê Abdulah Ocalan dike û bi PKKê û bi hevalên xwe yên Kurdistana Rojava(HSD, PYD, YPG, YPJ)daye qebûlkirin ne tiştê dibê meriv biparêze, teslîmîyet e. Lê yên rast dibînin pir in û diparêzin. Bi rexneyan meriv nikane wan biguherîne.

Lema dibê meriv zêde nekeve gewrîya hev, bêfeyde ye; meriv bêtir dilê hev dihêle.

Di van minaqeşan da hin kes hevdu pir diêşînin, gotinên ne xweş ji hev ra dibêjin. Hin hevalên PKKê hin kesan eşkere bi kuştinê tehdît dikin.
Minaqeşeyên wiha min xemgîn dike; ez xwe tevê nakim. Meriv fikrê xwe dibêje û dirêj nake.
Minaqeşe normal e, dibê meriv fikrê xwe bi zimanekî maqûl, bi termînolojiyek siyasî, ne heqaret ji hev ra bibêje.
Meriv çiqasî bi heq be jî, rastî ne şert e bi hêrs were gotin. Çimkî gava deng bilind dibe meriv li hev gudarî nake, gotina bi hêrs tê gotin tesîra xwe ya pozîtîf wenda dike, dil diêşe. Tiştê gotinê bi qîmet dike, bi qasî rastiya wê, uslûba gotina wê ye jî. Yanî ziman, termînolojî pir muhîm e.
Ziman şûrekî pir tûj e, bêyî xwînê biherikîne, can diêşîne.
Zimanê şîrîn mar ji qulikê derdixîne.
Ziman kilîta dilan e.
Zimanê dirêj bela serî ye.
Ziman ne kaş e, ne kendal e.
Ziman him dost e, him neyar e.
Zimanê sor e, pêşî ne newal e, ne gelî ye.

XXX

Bêdengî her tim nayê maneya meriv tiştê tê gotin tesdîq dike. Carnan însan naxwze bi kesên bêedb, xwenezan, cilq, cahil ra têkeve minaqaşeyê. Ji bo wê jî meriv ya dengê xwe nake, ya jî bersîvê nadê.

XXX

Heger tu şaşiyekê dubare dikî, di wê da israr dikî, êdî ew ne şaşî ye, ew biryara te ye, mafê te tune ye jê gazinan bikî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar