20 september 2026

Amedsporê li Amedê qertelê Beşîktaşê basko kir


Amedspor
li seha xwe li hemberî Beşîktaşê 3-2 bi ser ket. Kêfxweş bûm û serketina Amedsporê li lîstikvan û alîgirên wê û pîroz dikim.

Ne Amedspor tenê, kîjan taximê Kurdistanê li hemberî taximekî tirk bi ser keve kêfa min tê, çimkî taximê welatê min e.

Di kîjan sporê da dibe bira bibe, dixwazim kurd zora tirkan bibin, tim kurd qezenc bikin.
Dibê her kurd wiha bifikire, ji sporciyên welatê xwe hez bike û serketina wan bîne.

Ji bo kurdekî sempatîya, piştgirîya taximekî tirk şermeke mezin e.
Ma tirkê ji Amedsporê hez dike, li hemberî taximekî tirk serketina wê dixwaze heye?
Tirkekî wiha tune ye, çimkî tirk nasyonalîst in, ew ruh bi gelekên me ra zeîf e.

Amedsporê bi vê serketinê puanên xwe derxist 13a û di Super Lîga Tirkiyeyê da bû yekem

XXX

 Dizê basît, ji rêzê pereyê we, cuzdanê we, pisqilêta we didize. Dizê sîyasî paşeroja we, xeyalên we, zanîna we, perwerdeya we, siheta we, kenê we didize. Ferqa nabêna herduyan; dizê basît wî hûn hildibijartine, dizê sîyasî we ew hildibijartiye. Voltarîre

Tirk û qismekî kurdan ji dizên sîyasî pir hez dikin, naxwazin dizên sîyasî ji ser serên wan kom kêm bibin. Jo bo wê jî dizan, bertîlxuran dikin serok û berpisiyarên xwe.

Kî layiqî çi be ew dibe qismetê wî. Meriv çi çand ewê wîya biçine.

XXX

Carnan hin kes karê meriv biçûk dibînin,rexne dikin.
Gava hinek ji meriv bixudîn,dexisîn dibê meriv xemgîn nebe.
Çimkî dema hinek ji te bixudîn,hesidîn bizanibe tu karên baş dikî,dilê wan dibije karên te.
Însan ji kesên ne tiştek, kesên têkçûyî, av jê sar û germ nabe nabixudin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar