Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Ucum çar roj berê, di 17ê mehê da got, hilbijartina serokkomariyê ewê di hezîrana 2018a da çêbibe û Recep Tayyip Erdogan ewê careka din jî bibe namzet.
Li gorî qanûnên Tirkiyê şexsek tenê du caran kane bibe serokkomar, Erdogan 3 caran bû, lê ewê cara 4a jî bibe.
Min berê jî çend caran got, Erdogan heta sax be ji ser wê kursiyê danekeve; ewê heta mirinê serokê Tirkiyê be. Qanûn, manûn ji bo wî ne muhîm e, ew li hev radigire.
Tu kes, tu hilbijartin nikane Erdogan bixîne. Tenê rêyek heye, ew jî zor e, mixabin ew tradîsyon jî bi tirkan ra tune ye.Efendim qanûnên rê nade cara 4a bibe namzet. Cara 3a jî qanûnê rê nedida, lê
qanûn çêkir û bû serok.
Ji bo cara 4a jî, cara 5a jî ewê qanûnê wek lasîkê vezelîne û xwe bike serok.
Tu dîktator bi rehetî dev ji kursîya xwe bernade, dibê zorê bibîne, bi zor were xistin.
Miletê tirk jî ne ew milet li hemberî dîktatorekî serî hilde. Di tarîxa tirkan da numûneyek wiha tune ye.
Eskeran sê caran dest
danîn ser hukim, serokwezîr îdam kirin, dîsa jî tirkan serî hilneda.
Li hember Erdogan jî miletê serî hilde, bwî bi zor bixîne tune ye. Ji bo wê jî
heger heta 2018a sax bimîne ewê bibe namzet û sedîsed ewê qezenc bike.
Bi heq , neheq, bi zor, bi rehetî ya jî bi sextekarî, çi lazim be ewê wiya bike û qezenc bike.
Miletê li hemberî viya rabe tune ye.
Kurd hertim amadene, lê bi kurdan tenê nabe, dibê tirk serî hildin. Ez vê
îhtîmalê jî sifir dibînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar