13 september 2026

Îro li Swêd hilbjartina herî hesas çêdibe

Îro li Swêd hilbijartinên parlamentoyê û yên herêmî hene. Ez û xanim nuha çûn, me rayên xwe, dengên xwe da û em hatin malika xwe.

Hewa, atmosfera vê hilbijartinê ne sakîn e, pir ne xweş e. Însan zêde êrîşî hev dikin. Li ser sindoqa me ne qelebalix, sakîn bû.

Retorîka siyasetmedar di propagandayê da li hemberî hev bi kar tînin pir sert e, dijminatiya nabêna swêdîyan û xerîban, rast û çep, îslamîstan kûr dike.

Di tu hilbijartinê da atmosfer hewqasî ne sert û neyarane bû, vê carê cepheya rast û çep, bi taybetî hêzên îslamîst hewa pir ne xweş kirine, milet zêde kirine neyarên hev.
Vê carê beşdarî ewê gelkî zêde be, xerîban, bi taybetî hêzên îslamî di nava Partiya Çep û Keskan da xwe baş dane xebatê.

Esas bêyî Partiya Çep û Keskan di nabêna partiyên din ên cepha çep û rast da tu ferqeke tune ye, tenê retorîka wan cihê ye.

Berê kurdan rayên xwe didan partîyên çep û Sosyaldemokrat. Nuha kurd di hemû partiyan da hene.

Ez bi xwe şûrê tu partiyê nakşînim û dijminatiya tu partiyê nakim. Dengê xwe/raya xwe didim û li malika xwe rûdinim. Kî raya xwe dide kîjan partiyê azad e, ji bo min ne ne gelş e, xwe ji kesî aciz nakim.

Bi bawerîya min, heger meriv ne namzed be dibê xwe neke belik, dijminatiya tu partiyê, tu hêzê nekin baştir e. Dibê her kes raya xwe bide partiya li gorî dilê xwe û êrîşî partiyên din neke.
Hevaltiya îslamîstan, somalîyan, beşdarbûna mitîngên wan li zirara me kurdan e; bêyî zirarê tu kareke me di hevaltiya îslamîstan da tune ye, dibê em nekevin cepheya wan. Ez wiha difikirm û xwe ji wan dûr dixim. Û êrîşî tu partîyê jî nakim. 

Em miletekî bêkes û bêdewlet in, dibê em dijminatiya tu partiyê nekin. Li Ewrûpayê partiyên milên rast, nasyonalîst xurt dibin, dibê em wan nekin neyarên xwe. Dewleta her miletî heye, kane wan biparêzin, kanin vegerin welatê xwe, em bêpişt in, dibê em di halê xwe da bin, êrîşî tu partiyê nekin. 

Meriv raya xwe nade partiya meriv li dij e, lê ne şert e xwe wek neyarên wê partiyê nîşan bide. Sibe ew werin ser hukim ji me ra xerab e. Dibê em kurd ne li gorî îdeolojiyan, li gorî berjewendîyên xwe hereket bikin. 

Ez wiha difikirim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar