13 september 2026

Fanatîzma sîyasî û aqilê kelemçekirî

Însan, ji ber tebîeta xwe tim di nav lêgerîneke aîdîyetê da ye; bawerîya bi fikrekê, mensûbîyeta miletekî, hêzekê û xebata ji bo hedefeke mişterek hêzê dide meriv, meriv xwe rehet his dike.

Lê belê ev lêgerîn gava îradeya meriv ji meriv bistîne, meriv xwe teslîmî lîderekî, partiyekê, îdeolojiyekê bike, ji lêgerînê derdikve, diqulibe koletîyeke îdeolojîk, dînî. Navê viya fanatîzma sîyasî ye, mirîdî ye. 

Fanatîzama sîyasî xerab e, meriv aqilê xwe naxebitîne, ji muhakemeyê dûr dikeve, dibe êsîrê îdeolojiyekê, lîderekî, şêxekî, partîyekê.

Di çavê fanatîkê sîyasî da partîya wî, heval û serokê wî tim bêkêmasî û bê qusûr in, kesên mixalif û raqib jî nezan in, cahil in, şaş in, neheq in, heta carnan jî xayin in.
Fanatîkê sîyasî bi vê cudahiya reş û sipî pir rehet dike, xwe dilşa û bextewar dibîne.
Çimkî ew û partîya wî, serokê wî li ser riya rast in, yên din jî hemû xerab in, nezan in, cahil in.
Merivekî wiha êdî nafikire, aqilê xwe naxebitîne, îhtîmala serokê wî kane şaş be qet nayne bîra xwe, ji hişê xwe derbas nake. Ew rat in, yên din jî giş neheq û şaş in, xerab in. Tiştê dikeve ser milê wî  parastina fikir û siyaseta serok e.
Ji bo kesên fanatîk, mirîd xetayên serok stratejî, şaşiyên wî jî hîkmet e, manawrayên sîyasî ye; kesên nezan, cahil nikanin vê stratejîyê, van taktîkan fahm bikin. Em kesên van argumentan didin pêş di medyaya sosyal da her roj dibînin.
Gava serok teqle bavêje, tiştê eksê gotina xwe ya do gotibû bibêje, mirîd ji dêlî viya rexne bike, qulpên heqîyê jê ra dibîne, çemil bi hêkê dike. Ya jî dibêje, serok bi taktîkên wiha dijmin nerm dike, dixapîne.
Ya jî, şert hatin guhertin, nuha ev taktîk rast e.
Çimkî aqilê wî êdî ne ji bona rastiyê bibîne, ji bona şaşiyên, xetayên partiya xwe û serokê xwe biparêze, ji wan ra argumentan bibîne dixebite.
Bi kesên wiha ra minaqaşe êdî bêmaneye, tu delîl nikane wan îqna bike. Ji bo wê ye Evdila Ocalan çi dibêje hevalên wî, mirîdên wî bi ruh û can diparêzin. Çimkî Evdila Ocalan ji bo gelek kesan êdî bûye pêxember, apocîtî jî bûye dînek, terîqetek. Meriv terka pêxmeberê xwe û terîqeta xwe nake; tirkkirin pir û pir zor e, wek derketina ji dîn e; wek dîndarekî misilman bibe xiristîyan.

Kesê îradeya xwe teslîmî partiyekê, lîderekî, şêxekî kiribe tiştê neke, tiştê neparêze tune ye, ji bo wan kane her dînîtiyê bike.
Çimkî berpirsiyarî êdî ne şexsî ye, kollektîv e, ew ne ji bo şexsê xwe, ji bo partîya xwe, ji bo hêzekê, ji bo serokê xwe dike.
Ji bo mirîd û fanatîkê sîyasî rastî, heq, diristî, heta exlaq jî ne muhîm e, partîya wî, serokê wî, hevalên wî baş in, bi heq in, yên din jî neheq in, tiştên şaş diparêzin, merivên berradayî ne. Ya jî xayin in.
Di esasê xwe da îdeolojî jî, sîyaset jî, partîyên sîyasî jî wasîteyên ji bo ku jiyana însanan xweştir û rehettir bikin hene.
Lê li dera wasîte bibin amanc, partî û lîder di ser her tiştî ra bin aqil namîne, însan bêhiş dibe.
Gerek însan bikanibe ji tiştê şaş ra bibêje şaş e, ji tiştê rast ra jî bibêje rast e. Yê neheq, yê şaşîyê dike dixwaze bira hevalê meriv, partîya meriv be, gerek cesareta qebûlkirina rastiyê bi însên ra hebe.
Rîya xelasîya ji fanatîzma sîyasî, ji mirîdtiyê dibê meriv qeyd û merbendên , kelemçeyên îdeolojîk yên li ser êqil bişkîne û rastîyê, heqiyê, diristiyê di ser her tiştî ra bigire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar