Dixwazim di vê nivîsa xwe ya îro da qala bîranîneka xwe ya zaroktiyê ya pir xweş, şêrîn û nostaljîk, qala ŞEKIRê QULPIK, ŞEKIRê QUL bikim.
Do min tiştek dixwend, ji nişka va şekirê qulpik hat bîra min. Min biryar da
tiştekî li ser binivîsînim.
Şekirê qulpik, şekirekî hişk û rengîn (sipî û sor, ya jî sor û hişin) bû.
Di ortê da qul bû, wek gustîleke mezin bû.
Zarokan ben, ta, dezî di wê qulpikê ra dikirin û wek moriyan
û gerdaniyê dikirin hustuyê xwe. Wek xişir bû.
Bi taybetî di eydîyan da û li gund zarokan wiha dikirin. Wexta bi hev ra dilîstin,
her ku canê wan şîranî dixwest yek jê dikirn, dikirin devê xwe, dimêtin.
Ez li gund jî mame, zarokên gundan wek zarokên bajarî ne şît in, pir saf, masûm
û dipak in. Bi tiştên pir basît dilşa dibin. Gava dê û bavên wan ji bajêr
dihatin û şekir, mewîj didan wan, diya dibû ya wan, per û bask tunebû pê
bifiriyana.
Diya min biharê diçû gund, heta payizê li wir dima, ez li bajêr dimam,
dixebitîm. Dawiya 1950, destpêka salên 1960î bû.
Wê demê mala apê min jî di hewşa me da bû. Ez di odeyekê da, mala apê min di
odeyekê da bû.
Gava ez diçûm gund, min şekirê qulpik bi xwe ra dibir, dida xweha xwe, birayê û
zarokên xaltiya xwe û xalê xwe.
Ji ber ku şekirê qulpik şekirekî hişk bû, me dimêt.
Şekirê Qulpik, şekirê herî erzan bû, lema me zarokan kanîbû ji ser beqalan
bikiriya. Ez bawer dikim etran jî bi xwe ra dianîn li gundan difrotin.
Etaran êmîş bi rûn, bi hiriyê diguherandin.
Di dema zarokatiya min da li Tirkiyê perakî qul hebû, ez dibêjim belkî du quriş
û nîv bû, ya jî qurişek bû, me kanîbû bi wî pereyî çend şekirên qulpik
bikiriya.
Di rojên cejnê da ya jî gava mîvan dihatin şekirê qulpik ji
bêrîkên xwe derdixistin, wek xelat li zarokan belav dikirin.
Ji bo zarokan, ew him xişrekî, aksesûareke hustu û lîstikê bû, him jî wekî şîraniyeke pir
xweş û bi qîmet bû.
Ez dibêjim şekirê qulpik belkî heta salên 1970-80î jî li ser beqalan dihat
dîtin. Bi texmîna min ew şekir êdî nemaye, zarok êdî çokulata dixun. Belkî
babetên din ên wî hebin, lê şekirê qulpik hîn heye na ez nizanim.
Şekirê qulpik ji bo nifşên dema me ne tenê şîraniyek bû,
bîranîna hevaltîyê, lîstikên serê kûçeyan û zaroktiyeke sade û xweş bû. Yê
şekirê wî tunebû ji hevalê xwe, yek du heb digirt.
Tiştê ecêb, li Swêd jî babetekî şekirê qulpik heye, eynî
şekir e, lê ne qulpik e, wek qelemê dûz e, wek nokan top e û yê wek gopal jî
heye. Gelek batên wî hene. Belkî tirkan ji Swêd girtibin. Çimkî tarîxa yê swêd
kevn e, di orta sedsala 19a da(1859) dest bi çêkirina wî kirine.
Bi swêdî ji vî şekirî ra dibêjin ”polkagrîs” û ji yê gopal ra jî dibêjin
”polkakäpp”.
Ev şekir li bajarê Swêd yê tarîxî ”Gärnna” tê çêkirin.
Bajarekî pir biçûk e, dikanên, fabrîqeyên vî şekirî çêdikin hemû li vî bajarî ne. Lawikê me Azad 3 sal berê em birin wî bajarî, em li atolyeyên ”polkagrîs” çêdikrin gerîyan, me li çêkirina wan temaşe kir û kirî.
Polkagrîs, wek şekirê qulpik xetxetî ye, sor û sipî ye, hişin û spî ye û tahmeke nahneyî jê tê.
Tam dişibe şekirê qulpik.
Nêzî 200 sal e ev şekir li Swêdê bi eynî şêweyê kevneşopî tê
çêkirin.
Di 70-80 salên dawî da gelek tişt hatin guhertin, şekirê qulpik çû, çoqlat û
loqim ketin dewsê; zarok êdî şelirê qulpik nakin hustiyên xwe…

%20(1).jpg)

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar