06 september 2026

Dibê tirk bi xurtîya xwe îro zêde nefirin

Gotineke, şîreteke çermsoran a gelkî xweş fîlozofîk û manîdar heye, dibêje:

-Gava av bilind dibe masî mûriyan/gêrikan dixun. Gava av dimiçiqe, vê carê mûrî masîyan dixun. Dibê tu kes bi xurtîya xwe ya îro nefire. Çimkî kî yê kê bixwe ”herikîna avê” biryarê dide...

Rewşa me û tirkan jî eynî ye. Serok û birêvebirên Tirkiyê îro ji me xurtir in, bi alîkarîya hin kurdan gelek dek û dolaban digerînin, dixwazin hereketa kurdî ya li Kurdistana Rojava û Bakurê Kurdistanê têk bibin, pilana xwe ya bindesthîştina kurdan bi cî bikin.

Lê bûyer û tecrûbeyên berê jî nîşan daye ev yek hewqasî ne rehet e, kurd tu carî teslîm nabin, bindestiyê ebeden qebûl nakin. 

Rehên daxwaza miletê kurd a azadîyê û serxwebûnê xwe berdaye ruh û dilê milet kurd, ev milet carnan bilikume jî, hin caran derbên giran bixwe jî, naşikê, naqede, teslîm nabe; zû dereng ewê bigihîje azadiya xwe.

Tirkan berê jî çend caran serîhildanên miletê me şikandine, lê piştî her şikandinê tevgereke hîn xuerttir, hîn mezintir derketiye.

Tirk belasebeb xwe diwestînin, belasebeb serî li xwe digerînin û demê dirêj dikin. 

Bi dirêjkirina demê, bi dek û dolabên xapandinê miletê kurd ne teslîm dibe, nej î dev ji doza azadiya xwe berdide. 

Em i heq in, em bindestiyê qebûl nakin, lema jî emê miheqeq bi ser kevin, qezenc bikin.

Îro Kongreya partiya DEMê li Aqerê hebû. Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan dîsa bûne hevserokên partiyê. Min taqîb nekir, axaftinên di kongreyê da hatin kirin nexwend. Çimkî zêde guh nadimê, tu feydeyê di taqîbkirinê da nabînim.

XXX

-Gava însan te şaş fahm dikin ji xwe ra meke derd, tiştê dibihîzin dengê te ye, lê belê tiştê ji hişê xwe derbas dikin fikrê wan e.

Mewlana

Jixwe sebebê nefahmkirina ji hev ev e, em bi rastî, bi dil li hev guhdarî nakin. Her kes li bendeye fikrê xwe bibêje. Wiha nebe baştir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar