Yên li zulma dagirkeran temaşe dikin şaşiyeke mezin dikin. Yên îro hûn çavên xwe ji wan ra digrin, sibe, gava dor were we, ewê çavên we derxin, ewê nehêlin hûn çavên xwe vekin.
Nebêje marê bi min venede bira hezar salî bijî, rojekê ewê
dora te jî were, ewê bi te jî vede.
Em wek milet bindest in, ne wek ferd. Wek milet em ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in.
Li Tirkiyê û li Kurdistana Bakur zengîn, feqîr, rast, çep, dîndar, ataîst, bi
kurtî jiyana tu kurdî ne di ewlehiyê da ye. Ji bo dewleta tirk û tirkan, kurdê
herî baş kurdê mirî ye, her kurd di bin çavdêriya dewletê da ye.
Ji bo wê jî gerek em ji bindestiya tirkan xelas bibin, heta em bindest bin wek
milet emê tim bipelixin, miamela êsîran, koleyan bibênin.
XXX
-Hinek bîrê dikolin ji bo ku yê tî bibe avê jê vexwe, hinek
jî bîrê dikolin ji bo ku yên diherin û tên tê wer bin.
Yên bîrê dikolin ji bo ku em tê werbin pir in, dibê meriv wan nas bike.
XXX
Mihî seranserê jiyana xwe ji gur tirsiya, lê yê ew xwar ne gur
bû, şivan bû.
Ji gurên tirk bêtir şivanên me em xwarin.
XXX
Bêdengî her tim nayê maneya meriv tiştê tê gotin tesdîq
dike. Carnan însan naxwze bi kesên bêedb, xwenezan, cilq, cahil ra têkeve
minaqaşeyê. Ji bo wê jî meriv ya dengê xwe nake, ya jî bersîvê nadê.
Heger tu şaşiyekê dubare dikî, di wê da israr dikî, êdî ew
ne şaşî ye, ew biryara te ye, mafê te tune ye jê gazinan bikî.
Sebir û tehamula li hemberî zorî û zahmetîyan şeref e, gilî
û gazin zeîfî ye. Dibê meriv ji bîr neke sebir, kilîta biserketinê ye.
Barê me giran e, karê me zor e, rîya me dûr e, lê bawerîya
me ya bi azadîyê temam e.
Her têkçûnek mer xurttir dike, ji me ra dibe tecrûbe.
-Heger di nava bindestan da hevalbendên serdestan tunebûna,
serdest hewqasî xurt nedibûn
Sîmone de Beauvoîr
Xanimê pir rast gotiye, yê mala me şewitandine destikên, hevalbendên neyar in, wan pişta me şikandiye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar