30 september 2026

Bi serokên tirsonek em çi bedelê giran bidin jî em nikanin tu mafî bi dest xînin

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyarê hêja, li ser serxwebûna miletên bindest ji me ra qala hebûna qanûnên navnetewî dike. Qnûnên navnetewî yên Neteweyên Yekbûyî maf dide her miletî qedera xwe bi destê xwe tayîn bike.
PKK, partîya DEMê û serokên partîyên Kurdistana Rojava rojekê newêrîbûn qala vî mafê miletê kurd ê tayinkirina qedera xwe bikin.

Rojekê jî ji ereb û tirkan ra, ji dinyayê ra negotin, li gorî van qanûnên nevnetewî mafê me yê serxwbûnê heye, dibê ne hûn, em biyara şiklê jiyana xwe bidin.

Gava meriv kesên newêrek, kesên ne dildarên azadîya miletê xwe bikin serokên xwe ewê newêribin otonomîyê jî bixwazin.

Li Kurdistana Rojva newêrin ji kurdan ra perwerdeya bi kurdî jî bixwazin, ji milet ra  dibêjin heftê 3 seet dersa kurdî qebûl bikin.

Mêrê tirsonek bi sîngê gewr û boz şa nabe, serokên tirsonek newêrin ji miletê xwe ra otonomiyê jî bixwazin.

Dibê em ji serokên, ji sîyasetmedarên tirsonek, yên newêrin mafê serxwebûna miletê kurd bigrin devên xwe xelas bibin.

XXX

Ji do da ye hemşeriyên min ên wêranşarî qala girekî neolotîk ê Wêranşarê dikin. Ji lêkolînê vîdeoyek perv kirine, dibêjin, li girê ”SEFERTEPE” lêkolînên arkeolojîk tên kirin.

Min meraq kir, SEFERTEPE ku der e, kîjan gundê Wêranşarê ye?

Tu nabêjî girekî KELA ÇIMDÎNÊ YE, jê ra dibêjin DARIKA JOR.

Dewleta irqçî, antî-kurd navên hemû gundên me guhertine, hin kurdên nezan jî bêyî ku navê kurdî bibêjin, navên dewletê li gundan kirine bi kar tînin.

Dibê hûn wer nekin, navê kurdî miheqeq bibêjin, kes bi navên tirkî gundan nas nake. Asîmîlasyonê hewqasî rehet qebûl neki, medyaya kurdî gerek mesûlîyeta xwe bizanibe.

XXX

Hin însan nankor in, memnûnkirina merivên nankor pir zor e, tu her 5 tiliyên xwe jê ra bikî mûm jî şêkir nake, her çêyîya te ji bîr dike, her tim kane li hemberî te bêwefayîyê bike

Merivê wefadar, ji te gelek ziraran bibîne jî, çêyiyeke te pê kirîye ji bîr nake.

Merivê nankor, zirarekê ji te bibîne, gelek çêyiyên te ji bîr dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar