01 oktober 2026

Kurdan kîjan tirk kirin parlamenter nankor û bêwefa derket

Tirkên çep û rast û dîndar bi vekişîna Amerîka ji Kurdistana Başûr pir kêfxweş bûne, gişan kirine dawet,  dilîrînin, wek li hemberî kurdan herbek qezenc kiribin.

Ufuk Urazê kurdan di sala 2007a da li Stenbolê kirin parlamenterê xwe, ew jî bi vekişîna hêzên Amerîka ji Îraqê û ji Kurdistana Başûr pir memnûn bûye û gotiye:

”Leşkerên Amerîkayê sibe Îraqê diterikînin, bira li hemû antî emperyalîstan pîroz be, ev hîn destpêk e, micadele ewê bidome...”
Di nanê me da xwê tune ye, kî ji ser sifra me radibe, berê kêrê didê, dû ra radibe...
Ufuk Uraz jî tirkekî ji wan kesan e.

PKKê bi sedan nankorên, bêwefayên vî pantirkîstî kirin parlamenter, gişk di hundurên xwe da neyarên kurdan in, dixwazin kurd li beşekî Kurdistanê azad nebin.
Dewleta wan endamê NATOyê ye, ew bi xwe di himêza Amerîkayê da ne û hêzeke emperyalîst in, ji viya ra tiştekî nabêjin, lê bi demagojîya antî emparyalîzmê dixwazin Kurdistana Federe jî nemîne, kurdên wir jî bibin bindest.

Çavên wan lê ye, Kurdistana Federe jî wek Kurdistana Rojava têk bibin.

Dibêjin Kurdistana Rojava çû, nuha jî dora Barzanî û Kurdistana Başûr e, hêzên pêşmerge jî ewê teslîmî Îraqê bibin û Kurdistana Federe jî wek Kurdistana Rojava ewê hilweşe.

Çep, rast û îslamîstên tirkan dibêjin, Amerîka çû, êdî kurd ewê nikanibin xwe biparêzin, em û ereb, emê bi navê Daîşê êrîşî wan bikin û Kurdistana Federe hilweşînin.

Di telewîzyonanan da, di komentarên di medyaya sosyal da hesabê wan, plana tirkan ev e; Kurdistana Federe têk bibin.

Lê ev mirazê wan ewê di gewrîya wan da bimîne, ewê tu carî wê rojê nebînin, Kurdistana Federe ewê tim û daîm sitrîyê di çan wan da be.

 Siyasetmedar û serokên Kurdistana Başûr wek yên PKKê, PYDê, HSDê ewê teslîmî tirkan nebin û desthilata xwe nefroşin wan.

Amerîka hebe jî, tune be jî kurd ewê xwe biparêzin. Ya din jî, vekişîna Amerîka û Hêzên Hevpeyman ji Îraqê û ji Kurdistanê nayê maneya têkiliya wan û kurdan ji binde qut bû û ewê li qetlîam akurdan temaşe bikin. 

Ji bo piştgiriya bi kurdan ra ne hewceyî çend hezara leşkerên wan li Kurdistanê bin. Alîkarî kane ji dûr va jî bibe.

Lê alîkarî bibe jî, nebe jî, miletê kurd ewê desthilata xwe, azadîya xwe biparêze, ew hêza wan heye.

XXX

Dibê em hêza xwe ya îro biçûk nebînin, em di her warî da xwedî hêzeke mezin in. Bi taybetî di warê potansîyela qadir û zanayên, întelektuelan di her warî da, li gorî do, îro em pir xurt in. Li Ewrûpayê û li her dera dinyayê bi sedan akademîsyen û zanayên me yên pir hêja hene, ji bo gelê xwe dixebitin.

Dibê em bi sebir bin. Sebir û tehamula li hemberî zor û zahmetîyan şertê serketinê ye,  gazin zeîfî ye. Dibê meriv ji bîr neke, hevalê zaferê yê herî sadik sebr e, xebat e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar