01 oktober 2026

Merivê bêexlaq ji merivê xerab hez dike

Merivê bêexlaq terbîya wî zeîf e, teqlebaz e, durû ye, pûlperest e, ji bo wê jî dibe heyranê kesê zorba, diz û bertîlxur. Çimkî bêexlaq e, exlaq ji îdeolojîyê jî, ji bawerîyê jî muhîmtir e.
Merivê bêexlaq ji kesê dirist, rastgo hez nake, çimkî ne li gorî qerekterê wî ye.
Diz ji dizan, bêexlaq ji bêexlaqan hez dikin.

Ji bo wê jî li dora dîktatoran, zaliman şelef, bêexlaq pir in. Ji bona bêexlaqan berjewendî ji exlaq muhîmtir e. Bêexlaq ji bona berjewendîyên xwe kanin her derewê û durûtîyê bikin.

Dûzana AKPê li Tirkiyê û Kurdistanê di 24 salan da bêexlaq, şelfa pir zêde kirin. Çandina wan berhem da.

XXX

Berî daqultandina parî çûtin çi be, berî axaftinê jî fikirandin ew e. Ji bona meriv parîyê devê xwe daqultîne dibê meriv biçû, ji bo gotina ji devê merive jî dibê meriv berê baş bifikre, dû ra bipeyive. Gotna ji dev derket dîsa bi paş da nayê.

XXX

-Rastî, fena fahîşeya bajêr e. Her kes wê nas dike, lê belê gava li kuçê rastî wê tê kes newêre silavê bidê. Wolfgang Bochert Rastî tahl e, her kes newêre wê bigre devê xwe. Lê merivê rastgo tim piştrast û serbilind e. Rastî bibe dezî jî naqete.

Dibê meriv rastgo be û tu carî ji parastina rastîya meriv jê bawer dike netirse. Di civata me da bedelê gotina rast gelek caran giran e.

Derew wek dizê şevê ye, rastî wek ronahîya rojê ye.

XXX

-Ji kesên berî te hatine ibretê bigire, ji bo ku tu ji bo kesên ewê li pey te werin ra nebî ibret

Konfucyus

-Xwê feydeyê nade goştê genî, gotin tesîrê li merivê bêrû nake

-Tu zêde avê bidî kulîlkekê ewê hişk bibe, tu zêde qîmetê bidî însanekî ewê aşûnî bibe.

XXX

Dibê meriv li van pênc tiştan dîqet bike:

1-Dera meriv jê hatîye, berê meriv çi bûye tu carî ji bîr neke
2-Di rêya meriv daye ser, di rêwîtîya xwe da bi kesî ra bêbextîyê neke, kesî nefroşe
3-Çi dibe bila bibe, derewan neke, nebe hevalê virekan
4-Kesê bi meriv ra bêbextî kiribe, kesê meriv firotibe tu carî ji bîr neke
5-Sîyasetmedarê dev ji daxwaza azadî û serxwebûna miletê xwe berdabe, kesê bûbe dost û hevalê dijmin tu carî efû neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar