02 oktober 2026

Ma tu yê qûna dinyayê rast bikî?

Bi gotinê her kes pesnê merivê dirist, merivê rastgo dide, lê kêm kes ji merivê dirist, rastgo hez dike.

Çimkî diristî, rastgoyî di civata me da gelek caran serê meriv dixe teşxelê û belayê; meriv dibe hedefê tîrên cahil û nezanan, bêedeban, dijminên meriv zêde dibe.

Dema li welêt bûm, gava min hevalbendên dewletê, kesên pîs, xerab rexne dikir, dayika min a rahmetî digot, ”ma tu yê qûna dinyayê rast bikî ?”

Li gorî wê, dinya wiha hatiye, ewê wiha jî here, xerab, pîs ewê tim hebin, lema dibê ez îşê xwe ji wan neynim, li karê xwe binêrim...

Li gorî wê, bi rexneya min dawî li neheqiyê, li xerabîyê, li kesên pîs nayê, dibê ez jî wek yên din bêdeng bimînim.
Min digot na, dibê ez ji tiştên xerab ra bibêjim xerab û ji yên baş ra jî bibêjim baş.
Heta nuha min tu carî dev ji vê prensîba xwe bernedaya, tu carî nebûme meriv û mirîdî tu partîyê, tu serokî.
Ji bo wê jî dijminên min ji dostên min pirtir in, çimkî ez ne ji tu kerîyî me. Gava wek wan nakim, wek wan nafikirim, tiştên ne li gorî dilê piranîyê dibêjim, marûzî çêr heqaretên wan dibim. 
Di civata me da ev gelşeke pir mezin e, kultur û edeba minaqeşeyê bi pêş nekeîtiye, gava yek tiştekî li dijî fikrê xwe dibîne tavilê êrîş dikê, heqaretê lê dike...

Anton Çehov gotiye:
-Heger tu dixwazî bibî yekî normal û maqûl, tevî kerî bibe.
Yanî li gorî dilê civatê, piraniyê bipeyive, tiştên ne li gorî fikrê piraniyê, rastiyê piranî li dij e mebêje. Wêçaxê tu yê bibî merivekî maqûl û hezkiriyê piranîyê.
Filozofê bi nav û deng Friedrich Nietzsche, tam eksê vê dîtina Çehov rasttir dîtiye, gotiye:
-Şexs, ji bo ku nekeve bin tehakuma kerî û azad bimîne, dibê micadeleyeke bêdawî bide.
Çehov, rehetî û luksa civatê îşaret kiriye, gotiyee heger tu întîbaqî piranîyê bikî tu yê rehet bikî, tu yê ji teqereqê, ji êrîşan azade, rehet bijî. Tu yê wekî merivekî normal werî qebûlkirin.
Lê belê bedela vê rehetîyê, vê teqdîrê pirê caran pir giran e, dibê tu azadîya xwe feda bikî, bibî yekî ji kerî.
Nietzsche, azadîyê belaş, wek dîyarîyekê nabîne, bedela wê tenêtî ye, hedefbûna rexne û êrîşên giran e.
Teslîbûna pîvanên, qalibên civatê rehet e, meriv dibe yekî ji kerî,  lê ya muhîm meriv xwedî şexsîyet be, nekeve bin tehakumê piraniyê, xwedî îrade û dîtina xwe be, ji bo vê jî helbet cesaret lazim e.
Not:
Min ji dîtinên kesên li ser Çehov û Nietzsche nivîsîne feyde girt.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar