30 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -308-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1986-11-30

*Cergî xanim nexweş e ez bûme kebaniya malê. Şîv, şevîn, paqijî gişk ketiye hustuyê min. Baş e ez li xwe naetirim, ne ecemiyê vî îşî me, pratîka min heye. Ez kanim ji zarokan şîvê çêkim. Di rojên wiha da meriv tiştên nuh jî fêr dibe, xwe bi pêş dixîne. Ez fêrî nanpêjiyê jî bûm. Şilikîyê min pir hat ecibandin.


*Ez îşev bi Tûran Seyfîoglu ra peyivîm. Got Xalid(Şêxmûs Cibran)li Diyarbekrê ye, ji lêpirsînê(soruşturmayê)derketiye. Pir êşandine, îşkeneceyek mezin lê kirine.
Min telefonî Heyder Diljen kir, ne li malê bû.

Dûra min telefonî Seîd Aydogmuş kir, min got Tûran gotiye Şêxmûs nebirin Anqerê, li Diyarbekrê ye. Wî jî got rast e, li Diyarbekrê ye. Lê hetanî nuha me digot birine Anqerê, me ji xelkê ra wer digot.

 

XXX
1999-11-30

Mahkima Mafên Însanî  ya Ewrûpayê di heqê doza A. Ocalan da biryara tedbîra îhtîyatî girt, yanî nuha îdam nekin, li bende biryara me bimînin.

Li gor texmînan ev biryara Mahkima Mafê Însanî ya Ewrûpayê bi kêmanî ewê salekê, salûnîvekê bajo.

serokwezîr Bulent Ecewît û serokkomar Suleyman Demirel teraftarê payinê ne, lêbelê Mesûd Yilmaz û Serokê Devlet Bahçelî MHPê li dij xuya dikin. Bi kêmasî ji bo propagandayê be jî xwe wiha nîşan didin.

Belkî jî Demîrel û Ecevît ev wezîfe dabin wan, gotibin hûn îdama wî bixwazin. Yanî di bin ra giş bi hev ra ne.

Ez bawer dikim biryara esasî ya leşkeran e, ew çi bibêjin yên sivîl mecbûr in wek papaxanan vê biryara wan bi cî bînin.  

Yekîtiya Ewrûpayê hêdî hêdî daxwazên xwe yên ji Tirkiyê eşkere dike. Wezîrê karên derve yê Holalandayê îro li Tirkiyê got dibê Tirkiye di mesela kurdan da hin gavan bavêje û leşker jî hewqasî nikanibin mudaxeleyî siyasetê bikin.

Ev cara pêşî ye Yekîtiya Ewrûpayê li dijî serdestiya leşkeran hewqas vekirî dipeyive. Lê yê ewrûpiyan tenê leqleq e, emel tune ye, newêrin tiştekî bi Tirkiyê bikin. Serokên Tirkiyê viya baş zanin, lema jî bi peyvên berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê, bi daxwazên wan dimizicin, qerfê xwe pê dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE