29 november 2022

Facebook bûye holçîka zarokan

Facebook tam bûye platformeke pêkenînê, zarokxaneyeke zarokan.

Îro saet di 09.00a da dîsa kontoya min 6 rojan girtin. Gotin te di nivîsa xwe "masîyê mezin masîyê biçûk dixwe" da kîn û nefret belav kiriye.

Li ser vê, min ev twîtta jêr nivîsî:
”Facebookê dîsa 6 rojan kontoya min girtiye. Sebeb jî ev nivîsa min(masîyê mezin masîyê biçûk dixwe) nîşan dane, gotine ev nivîsa te li dijî qaîdeyên me ye, tu kîn û nefretê belav dikî.

FB bûye medyayek Tirkiyê, qebûl nake ez qala zulma Tirkiye li kurdan dike bikim.
Diyar e MÎTa Tirkiyê ji bo kontrolkirina nivîsên min ajanekî xwe tayin kiriye, nivîsa rexneyeke herî biçûk jî li dijî Tirkiyê tê da hebe di cî da lê gilî dike û FB jî bêyî kontrol bike hesabê min digre.

Dûra li ser îtîraza min dibêjin ”li qusûra me nenêre, me şaşîtî  kiriye, nivîsa te ne li dijî qaîdeyên me ye.”

Platformeke, sezgeheke hewqasî mezin gerek cidî be, li ser her giliyê tê kirin kontoyên xelkê negire, nivîsan bloqe neke.

Dînek kane gilîkirina li nivîsan ji xwe ra bike kar.
Însan kanin ji hev hez nekin, li hev gilî bikin.

MÎTê Tirkiyê ji bo ku kes Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan rexne neke li her nivîsa mixalif gilî bike.

Ne rast Facebook li ser her gilîyê tê kirin di cî da nivîsan rake û kontoyên xelkê bigre, dûra jî bibêje ”bibore, me şaşî kir.”

Ev dibe qeşmerî, dibe lîstoka zarokan.
Bi biryarên wiha Facebook navê xwe lekedar dike, xwe pir bêîtîbar dike.

Facebookê di van sê hefeteyên dawî da 8 nivîsên min bloqe kirin û bi rojan kontoya min girt. Ev cara çara ye uzrê xwe dixwazin.

Gelo meriv kane nameyekê ji Facebookê ra binivîsîne ya jî bi berpirsiyarekî wê ra bipeyive?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE