Li Asyayê, li Afrîqayê kî kanibe bi kê zorbatiyê lê dike, dipeliçiqîne. Masiyê mezin masiyê biçûk dixwe. Em masîyekî biçûk in, tirk jî masîyekî mezin in, lema dixwazin me bixun.
Miletê tirk, partiyên mixalif, komele, sendîka û dezgehên mafên mirovan jî li
dijî vê yamyamiya hukûmeta xwe dernayên, nabêjin çima hûn dixwazin miletekî ji
kok da ji welatî wî derxin?
Ev jenosîda miletekî ye, dema meriv kanibe bi miletekî meriv qir nake. Tiştê
Tirkiye dixwaze li Kurdistana Rojava bike JENOSÎDEKE mezin e.
Serokê Tirkiyê dibêje ”ev herêm ne li gorî jiyana kurda ye, lema jî emê wan bidin koçkirin û ereban di malên wan da bi cî bikin.”
Yanî nête xwe ya qirkirina kurdên Kurdistana Rojava venaşêre, eşkere dibêje ”ev erd, ev welat ne li gorî jiyana kurda ye, ji bo wê jî gerek kurd li vê coxrafyayê nemînin...”
Nazîyên alman jî nêta xwe, hedefa hewqasî vekirî negotin, lê Erdogan û wezîrên wî dibêjin.
XXX
Komeleya Sosyologan li Tirkiyê û li Kurdistana Bakur anketek
çêkiriye. Ji %96.3ê xortan gotine em em ne bextewar in, ji jiyana xwe ne razî
ne. Ji %1 bersîv nedeya, tenê ji %2.7 gotiye em bextewar in.
Ev anket jî nîşan dide halê tirkan ji Kongoyê, ji Somalîyê
ne baştir e. Kurd ji xwe êsîr in, merivê êsîr, bindest ne mimkûn e bextewar û
dilşa be.
Lê psîkolojiya tirkan jî ji ya me ne baştir e, li welatekî
gava ji %96.3 bibêje em ne bextewar in, em ji halê xwe, ji jiyna xwe ne razî ne
rewşeke ji felaketê jî mezintir e. Tifaqa faşîst-îslamî ne Kurdistan tenê,
Tirkiye jî kiriye cenimeyeke rastîn, her kes kes dixwaze ji cahnimê bireve,
ruhê xwe xelas bike.
Tirk him dibêjin ne bextewar in, him jî dev ji neyartiya
kurdan bernadin. Her tirk zane sebebê Tirkiye bûye cehnime şerê li dijî kurda
ye. Heta serokên Tirkiyê vê neyartiyê bi kurdan ra bajon rewşa wan ewê xerabtir
bibe.
XXX
Di telewîzyona Swêd kanala 2a da li ser Afganîstana perîşan filmekî dokumenter
heye. Dokumneterekî pir xweş e, tarîxa Afganîstanê pir xweşik topî ser hev
kirine. Li hemberî tiştê meriv dibîne kezeba meriv diperite.
Afganîstan çawa bû komunîst, çawa ket destê talîbanan?
Welatek, civatek tim bi pêş da naçe, carnan jî bi paş da
diçe; civateke pêşketî, modern kane di demk kin da bibe civateke prîmîtîv, hov.
Di vê tarîxa nêz da çend welat li ber çavên me ji medenîyetê
vegeriyan serdema navîn, dûzanên hov, barbar. Îran, Afganîstan, Îraq, Tirkiye,
Lîbya, Sûriye çend numûneyên trajîk in.
2022-11-27
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar