28 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -306-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1986-11-28

Me kongreya komela Stockholmê çêkir. Nebî Bal bû serokê komelê. Emerê Wanî bû sekreter, Cabir(Weqas Çelîk)bû kasor. Cabir û Hecî, Nebî pêşniyar kirin, Emer jî ez pêşniyar kirim. Min qebûl nekir, min got karê min pir e, ez nikanim. Li ser vê Nebî bi tevayiya dengan hat hilbijartin.

XXX
1992-11-28

Me îro civîna Armancê çêkir. Mahmûd Lewendî, Necdet Gundem û Faris Medenî Marsîl beşdarî civînê nebûn. Faris ne li Stockholmê bû. Mahmûd Lewendî çûbû kongreya Komeleya Nivîskaran. Necdet Gundem jî me xeber nedabûyê, Mûrad Ciwan ji bîr kiribû jê ra bibêje.
Piştî civînê Riza Polat em ezimandin mal. Em çûn mîvaniya wî. Bêyî min, Mûrad Ciwan, Abid Dundar, Nîhat Saganda, Nîmet Aydin û xanima wî mîvanên wî bûn. 
Me xwar, vexwar û dilê xwe li siyasetê rehet kir. Jixwe her cara em tên ba hev mijara me siyaset e. Em dipeyivin lê tiştekî safî nakin.
Ez hetanî destê sibê li wir mam. Piştî bû sibe, tirafîqê dest pê kir ez hatim mal. Dema ez gihîşt mal ez ji hal da ketibûm. Xewê ban min dikir. Min bi zor xwe gîhand nav nivînan..

XXX
2010-11-28

Îro kongreya nivîskarên kurd bû.Ez û Hesenê Metê li kêlek hev rûniştin, me ji xwe ra hinekî hesbûhal kir.
Min ji Hesenê Metê ra qala nivîskar Mehmet Şarman kir, min got min di TRT6ê da li wî guhdarî kiriye, fikrên wî ji min ra pir balkêş hatiye.
Hesen got, ew wî nas nake û navê wî jî nebihîstiye, lê navê wî li ba xwe qeyd kir, heger ji bîr neke ewê kitêba wî bidest xe…
Ez hêvî dikim ji bîr neke…
Min kitêba Mehmet Şarman ya çîrokan(Pirça Wenda) nexwendiye, lê ezê hewil bidim bidest xînim, bixwînim.
Him kurdiya wî paqij bû(ji Melazgirê ye),him jî tiştên digotin balkêş bûn, bi dîtina xortên wiha kêfa min tê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE