27 november 2022

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 26a çêkir

Foto: Sidqî Hirorî

Me îro li Kitêbxaneya Kurdî kongreya 26a ya Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê (YNKS) çêkir.

19 endam beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê da du kes, Mihemed Elî Kût û seroka Yekîtiyê ya berê Nesrîn Rojkan bûn namzedên serokatiyê. Nesrîn Rojkan xanimê 8, M. Elî Kût jî 10 ray girt û M. Elî Kût bû serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd yê nuh.

Zinar Soran, Temûrê Xelîl, Hêdî Gomeî bûn endamên Komîteya Karger.
Ez ji serok û komîteya nuh ra serketinê dixwazim.

Piştî destpêkirina kongreyê seroka YNKSê Nesrîn Rojkan xanimê axaftinek xweş, nefsbiçûk kir û raporên xebtên di nav salekê da kiribûn xwend. Rapora aborî jî ji alîyê Zinar Soran ve hate pêşkêşkirin.
Piştî gotûbêjên li ser raporan, komusyona destûra nuh Mistefa Aydogan, Salim Çelîker û Serdar Roşan destûra nuh pêşkêşî kongreyê kirin. Piştî hin gotûbêjên li ser destûrê, destûra nû hate qebûl kirin.

Li Swêd bi sedan nivîskarên kurd hene, lê ez ne şaş bim here were 32 endamên me hene.
Ew jî îro giş nehatibûn. Mimkûn e mazeretên hin kesan hebû nikanîbûn bihatana.


Mimkûn e hinek nexweş bûn, hinekan ji bîr kirin, hinek ne li swêd bûn, ne li Stockholmê bûn, ne misaîd bûn lema jî nikanibî îro werin kongreyê. Ev îhtîmal hemû mimkûn in.
Lê bi texmîna min hinekên mihîm nedîtin werin jî hene.

Ya din wek minberê jî  got li Swêd bi sedan nivîskarên kurd hene, piraniya wan ji bo ku bibin endamên Yekîtiya Nivîskarên Swêd xwe didirînin, lê tenezul nakin bibin endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd û salê carê werin kongreya wê.

Bi baweriya min nivîskarên kurd fikra wî/wê çi dibe bira bibe, dost û hevalê kîjan partiyê dibe bira bibe, dibê rê li ber endametiya tu nivîskarî, tu nivîskarê neyê girtin û her nivîskar jî Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdî wek dezgeheke netewî bibîne û lê xwedî derkeve, ji bo xurtkirina wê bixebite.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE