Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn
XXX
1985-11-29
Îro saet di 22.30î da em 17 heval ji bo rakirina cenazeyê Mistefa Tanguner çûn
paytexta Danîmarka Kopenhagenê. Saet di 07.00ê sibê da em gihîştin wir. Saet di
14.30î da em li dêrekê civiyan. Bi texmîna min li dora 200 kesî di merasimê da
hebûn.
Axaftina pêşî wek serokê partiyê Mûrad Ciwan kir. Dûra du mamosteyên Mistefa û berpirsekî Partiya
Komunîst a Îraqê peyivîn. Axaftinên herdu mamosteyên Mistefa(danîmarkî bûn)pir
dilşewat bûn, ez girîyam. Pir pesnê Mistefa dan, pir jê hez dikirin. Axaftina
berpirsê Partiya Komunîst a Îraqê jî baş bû.
Êvarî ez, Şêxmûs Cibran, Mahmûd Kîper, Malmîsanij û Seîdê
Cizîrî em çûn mala Behzat Baskin xoce. Min ji milet ra tawe çêkir, me şîva xwe
xwar.
saet di 22.30î da em ji Kopenhagenê bi rêketin. Roja yekşemiyê saet di 07.00a
da gihîştin Stockholmê.
XXX
1986-11-29
Îro kongreya komeleya Spangayê çêbû. Malmîsanij, Mamoste Nûjen, Bawer Eser,
Ahmed û Mihemed Bekir bûn nûnerên Federasyonê.
Alî Çîftçî, Sidîq Bozarslan û Şukru xoceyê licî jî ji bo nûnertiya Federasyonê
bûbûn namzed, lê qezenc nekirin. Vê têkçûnê Tevgera Sosyalîst şeqizand, wan
netîceyeke wiha nedipa.
XXX
1992-11-29
Astima lawkê me Serhat lê giran bû. Bi şev me revîrevî bir nexweşxana Sachsska
ya zarokan. Derman danê û girtin bin kontrolê. Payizê û zivistanê astima wî lê
giran dibe. Diya wî li ba wî ma, ez vegerîyam malê.
Tuxtor dibêjin astima zarokan bi piranî dûra derbas dibe. Sporê tewsîye dikin.
Hêvî dikim ji vê belayê xelas bibe.
XXX
1999-11-29
Min îro çîrokek din ji Ozgur Polîtîkayê ra şand. Çîroka pêşî
di hejmara 27ê mehê da weşandin.Rismekî îdare jê ra çêkiribûn. Rismekî ne li
gorî dilê min bû.Dibê rismekî xweşiktir çêirana lê zêde guh nedanê.
Min digot qey ewê wek zêdayiyekê, wek kovareka cihê derxînin, lê ne wisa ye,
rûpelek danê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar