30 november 2022

Kurdên serketina Îranê dixwazin jî hene

Gava do Amerîkayê li Qeterê di futbolê da Îran 0-1 bir ez û xanim pir  kêfxweş bûn.

Îranê beşekî welatê min dagir kiriye û zulmeke mezin li miletê min dike. Ji roja Humeynî hate ser hukum û vir da ye vê van meleyên qatil bi hezaran kurd kuştine û bi darda kirine.

Vê rejîma îslamî ya faşîst, xwînmêj jiyan li kurdan kiriye dojeh. Kurd nikanin bîna xwe bigirin. Vana neviyên qatilên Simko Axayê Şikak, Qazî Mihemd, Dr. Qasemlo û Dr. Şerefkendî û bi hezaran canfîdayên kurd in.

Wek kurdekî ne mimkûn e ez serketina Îranê bixwzim. Taximê Îranê bi kêra bilîze ez dixwazim 10-0 wenda bike.

Lê îro min dît hin kurdên serketina Îranê dixwestin jî hene. Him jî ne kesên cahil mahil in, dîndar û zana ne.
Ez matmayî mam. Meriv çawa kane serketina welatekî dagirkerê welatê xwe bixwaze tiştekî motajî lêkolînê ye.

Dîn û îdeolojiyê gelek kurd ji nasyonalîzmê dûr xistine, kirine heval û dildarên dagirkerên Kurdistanê.

Bi taybetî jî îslamîyên me ji Tirkiyê, Îranê bêtir neyarên Amerîkayê, Ewrûpayê û Îsraîl in.

Bi qasî ji Amerîkayê û Îsraîl nefret dikin ji tirkiyê û Îranê nefret nakin. Tu dibêjî qey Amerîkayê û Îsraîl welatê me dagir kirine, ew nahêlin zarokên me bi zimanê xwe bixwînin!

Kurd naşibin tu miletekî din, di nav kurdan da kesên bûne zilamên hêzên dijmin, kesên dixwazin dagirker zora kurdên azadîxwaz bibin pir in.

XXX

Baş bû piştî Îranê Erebîstana Suûdî jî îro xatir ji Kûpa Dinyayê ya Futbolê xwest û ji Qeterê vegeriyan malika xwe. Dewletên xerab yek bi yek têk diçin.

Meksîkoyê 1-2 qezenc kir lê feqîran dîsa jî wenda kirin. Ji Polonyayê ra lotoyê lêxist, ji ber ku Suûdiyan di deqîqeya dawî da golek avêtin ji Meksîkayê da ew jî bi Arjantînê ra derketin. Futbola ploniyan îro lîst ne tu futbol bû, Wêranşar Spora me jî kane hewqasî bilîze.
Min gelkî dixwest Lîonel Messî golekî bavêje lê ji bêşansiya wî ra nebû, rebeno penaltîjî nekir gol...


XXX
Amerîkayê bi zor, bi halekî xerab 1-0 Îran bir. Lê ji Îranê xweştir nelîstin.

Di nîv saeta dawî da amerîkî ji pertav da ketibûn, nikanîbûn xwe baş biparastana jî. Lê baş bû îraniyan gol navêtin.

Heger Îranê qezenc bikira îşev ewê xew li min bigeriya. Qenekê îşev ezê rehet razêm.

Sipas Amerîka...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE