01 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -309-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1996-12-01

Axirê hesreta em jî bibin xwedîyê parabolê(sêlikê)me îro ji dilê xwe derxist, îro em jî bûn xwedî parabol. Mûrad Qizil camêr îro hat ji me ra girê da.

Buhayê wê 4500 kron e. Min 3500 kron dayê, 1000 kronê din jî ezê serê mehê bidimê. Ji bo min perakî pir e, lê pîyase nuha buha ye. Motora wê jî ewê roja sêşemiyê bîne girê bide.

Êdî emê jî kanibin li MED TVê temaşe bikin. Ji bo xanimê ewê pir baş e, ewê ji xwe ra têr li programên kurdî temaşe bike.

Kanalên tirkî para min e, çimkî xanim bi tirkî nizane. Zarokên min jî kes bi tirkî nizane. Yanî bîna asîmîlasyonê jî negihîşyiye mala min. Bi vê yekê ez pir memnûn im.

Gelek caran dema heval, xelk dibihîzin xanima min, zarokên min bi tirkî nizanin matmayî dimînin. Pîrika min jî, diya min jî bi tirkî nizanîbû. Xanim gundî ye, malbata wê ji xwe kes bi tirkî nizane, bav û birayên wê çend gotinan li eskeriyê fêr bûne.

XXX
2000-12-01

Ji malpera Qiziltepe ra
Merheba ji wer!

Min nuha hinekî bala xwe da malpera we. Hûn bajarê xwe didin naskirin, tiştekî gelkî baş e. Di vî warî da ez we pîroz dikim. Lê li alî din ji ber ku ziman bi tirkî ye tiştekî ne baş e.

Em kurd jî divê êdî ji zimanê xwe fedî nekin û bi serbilindî bi zimanê xwe bpeyivin. Bi rastî ji bo me şermeke mezin e em wiha bi hêsanî dev ji zimanê xwe berdidin û xwe li tirkî sor dikin. Ma qey asîmîlasyona dewletê têr nake hûn jî radibin xwe di ber ra dikin?

Ya din jî lêxistina ala tirkî ye.

Birayên delal, ma hûn mecbûr in du alên tirkan yên tu dibê ecêb li malpera xwe xînin?
Em qebûl bikin hûn nikanin ala kurdî lêxin, ê qenebe malpera xwe bi ya tirkan nexemilînin.
Ma qanûnek heye we mecbûr dike hûn ala tirkî bi malpera(sîteya) xwe da kin?
Tiştê ez zanim tu mecbûrîyeteke wiha tuneye. Û di ser da jî xwedêgiravî we gotiye, "ev malper hewildaneke ferdî ye û têkiliya wê bi tu rêxistin û dezgeyeke resmî ve tune ye"
Ê heger wiha ye, wê gavê we çima ala tirk li rûpela pêşî xistiye?

Ma ala tirk ne sembola dewleteke hov ya ku kurdan înkar dike û gû bi wan dide xwarin?
Îcar dema meriv rabe vê alê bi malpera xwe da ke û ya kurdan pêda neke(ez dizanim hûn nikanin) û ewê dîsa jî nebe siyaset wê gavê siyaset çi ye?

Wek kurdekî ez pêşniyar dikim hûn vê alê ji malpera Qiziltepe(Qezê) daxînin jêr. Û ez dixwazim di vî warî da bîr û baweriya we jî bizanibim.

Bimînin di xweşiyê da

Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE