01 december 2022

Azerîyan li Bakuyê nehîştin fîlmê "SîSTER APART" were nîşandan

 

Konsulê Almanya yê Azerbêcanê xwestiye fîlmê “Sisters Apart/Xwehên ji hev cihê” li Bakuyê nîşan bide. Lê azerî li dij derketine, li ber sînemayê kom bûne, nehîştine fîlm were nîşandan.
Xwedêgiravî di fîlm da leşkerên tirk “zalim û xwînmij”  hatine nîşandan.”
Kesên li dijî fîlm li ber salona sînemyê kom bûne û sloganên “Bijî Azerbêcan, bijî Tirkiye” qîriya ne.
Li ser vê konsulê Almanyayê program betal kiirye, fîlm nehatiye nîşandan.
Bêguman ev îşê Tirkiyê ye, Tirkiyê ev protesto organîze kiriye. Bêyî tiliya Tirkiyê azerî viya nakin.


Çimkî têkiliya fîlm bi Azerbêcanê û azeriyan tune ye. Tirkiyê û tirkên wir ev protesto li hev ragirtine.

Tirkiye li her dera dinyayê gav û saetê pey kurda ye, mi zilamên xwe, bi MÎTên xwe wer di taqîbata kurda da ye.

Fîlmekî drama ye. Mijar macirî û şerê li dijî Daîşê ye. Rojda leşkereka alman e, bi eslê xwe kurdeka ji Kurdistana Başûr e, ji zaroktiya xwe da hatiye Almanyayê, bûye leşkereka alman.

Rojda dibihîze diya wê koçber bûye, li Yûnaîstanê ye. Rojda diçe Yûnanîstanê li kampa penaberan li diya xwe digere. Diya xwe dibîne, pir kêfxweş dibin.

Rojda ji diya xwe fêr dibe xweha wê Dîlan li Kurdistana Başûr di nav gerîlayên jin da ye.

Diya xwe dibe Almanyayê. Dîlan telefonî Rojdayê dike, jê ra qala şervanên kurd dike. Ev yek hezkirinekê di dilê wê da peyda dike. Rojda diçe Hewlêrê û li xweha xwe digere. Bi vî hawî têkiliya wê bi şervanên jin ra çê dibe.

Ji ber ku di hin sahneyên fîlm da zulma leşkerên tirk tên nîşandan Tirkiye naxwaze fîlm li tu derê were nîşandan.

Ew dixwazin tu kes neheqî û zulma ew li kurdan dikin nebihîze, şerê ew li hemberî miletê kurd dimeşînin, qetlên ew dikin dibê kes rexne neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE