Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn
XXX
1985-12-02
Îro min ji Umer Acar(Umê)û ji Faîqê me name girtin. Faîq di nameya xwe da
dibêje meta min Fatê(Fatê Varol)û xalê min Reşo(Reşo Atilgan)herduyan jî wefat
kirine.
Ez li ber mirina herduyan jî ketim. Kesên ez ji wan hez dikim yek bi
yek dimrin.
Meta min pir feqîrî dît, pir kişand, bi delaliyê debara xwe dikir, bi peyê xwe
apê Mahmet ra dibû pîbar.
Min ji xalê xwe Reşo pir hez dikir, em wek du hevalên pir samîmî bûn. Xalê min
bulûrvanekekî pir baş bû. Bulûrvanê dawetan bû.
XXX
1999-12-2
Êrîşên dewletê ne tenê di warê leşkerî da di warê kulturî da
jî wek hertim berdewam e. Bira berdevkên dewletê bi armanca xapandinê ji
ewrûpiyan ra bibêjin zimanê kurdî serbest e, lêbelê di praktîkê da dîsa wek xwe
dikin, dîsa nahêlin muzîka kurdî bi serbestî bête guhdarîkirin.
Li Diyarbekrê telewîzyoneke mehelî (Kanala TV 21) ji ber ku straneke Şivan
Perwer((strana mihemedo)weşandiye ji alî RTUKê (komîsyona radyo û telewîzyonê
ya bilind) salekê weşana wê hat sekinandin.
Lê hîn wê rojê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Îsmaîl Cem kitêbên kurdî da wezîra karên derve ya Swêd Anna Lîndh û got mêze li welatê me tu qedexe li ser kurdî tuneye, tiştê hin kes di heqê me da dibêjin vir e.
Not: Çi heyf min navên kitêban nenivîsîye. Wê demê Mehmet
Ûzûn dihat mahkimekirin. Belkî kitêbên wî bin. Anna Lindh mesela Mehmet Ûzûn bi
Îsmaîl Cem ra peyivî û jê xwest Ûzûn ji ber tiştên nivîsîne neyê mahkimekirin.
XXX
2000-12-02
Berzan*, ji bo bersîva te ya hinekî dereng gelek sipas.
Te qal nekiriye gelo ji wan xemîşokan te ji Dîcleyê ra
xwendin ya na?
Ez dixwazim tu ji wê ra bixwînî. Û bira dûra jî ew ji min ra dîtinên xwe
binivîsîne.
Heger bi kurdî nikane tişt nabe, bira bi tirkî binivîsîne. Tirkiya min bi qasî ji
nameyên wê fêm bikim hîn maye.
Heger bixwaze ezê jê ra hinekên din jî bişînim.
Wekî din jî her rojên şemiyan di rojnameya Ozgur Politika da jî xemîşokên(çîrokên)
min derdikevin. Mesela îro jî di beşê diduyan da xemîşokeke min heye. Navê wê
"ker û gur e"
Te gotiye xwendin û nivîsandina te ya kurdî ne baş e.
Xwendinê ez nizanim, lê nivîsandina te gelkî baş e. Li gor cara pêşî ye, ez
pênc pûanan bi rehetî didim te.
Yanî tu ji sinifê derbas bûyî. Lê ev nayê wê maneyê tu yê êdî hew derza xwe
bixebitî. Esas mesele tenê hinekî dîqet e.
Dema meriv bixwaze û hinekî jî bala
xwe bidê tu sebeb tuneye meriv nikanibe. Çimkî herfên ji elîfba tirkî cihê tenê
çar in.
Wekî din giş wek hev in. Ya din jî tu dikanî her roj li metneke kurdî binêrî û
paragrafekê ji ber binivîsînî. Ez bawer dikim min ji te ra navnîşana
malpera(sîte) xwe şandibû. Heger min neşandibe va ye ez wê û yek diduyên din
dîsa dişînim.
Te qala Miherem Şeyhanlioglu
jî nekiriye. Gelo tu çû ser wî ?
Heger tiştek ji te ra gotibe ez dixwazim bizanibim.
Ez gelek silavan li te û li Meyremê dikim û têm herdu çavên
Dîcleyê.
Ma înterneta we li malê heye yan jî tu ji dereke din dişînî.
Ma Meyrem çima qet tiştekî nabêje?
Ma tu tiştekî ku ew ji min bipirse û bixwaze tunye?
Heger kompîtora te heye ez dikanim klaviya kurdî ji te ra bişînim.
Not:
Gelek silavên min Mihemed Soken bike û bira carê ew jî ji
min ra tiştekî binivîsîne.
*Birayê min Mehmet Barzanî Kûmrûaslan.
Eceb çi kitab dane Anne Lindh wê çaxê Îsmaîl Cem. Ji min re bû meraq.
SvaraRaderaÇi heyf min navên kitêban nenivîsîye. Ezê di Googlê da lê bigerim. Heger min dît ezê xeberê bidim te.
RaderaMin tiştek nedît. Wê demê Mehmet Ûzûn dihat mahkimekirin. Belkî kitêbên wî bin. Anna Lindh mesela Mehmet Ûzûn bi Îsmaîl Cem ra peyivî û jê xwest Ûzûn ji ber tiştên nivîsîne neyê mahkimekirin.
SvaraRaderaSpas Apê Zinar. Di xatirayên te de em hêdî hêdî ber bi dawîyê ve tên. Ma ne? Omer Faruk Baran.
SvaraRaderaErê, heta serê salê diqede. Xatireyên sê salên min dûra dîtin min ew jî giş lê zêde kirin.
RaderaBi sala nû(2023)ra tu kanî dosyayê hazir bike û emê bidin çapê.
Erê, teklîfa te jiber notên piştre lê zêde bûne hîn çêtir hat. Spas şahê blogeran.
RaderaPir çû hindik ma, li ber qedandinê ye. Piştî giş qediya ewê baştir be.
Radera