02 december 2022

Li Tirkiyê bêyî kurdan mixalefeteke cidî tune ye

Li Tirkiyê bêyî kurdan kes li dijî Erdogan û rejîma wî tiştekî cidî nake, nabêje. Tirsê civat tevizandiye. Bêyî kurdan tu mixalefeteke cidî tune ye. Mixalefet jî bi qasî hukûmetê li dijminatiya kurdan dike.

Hukûmet dixwaze here Kurdistana Rojava dagir bike, miletê kud ji welatê wî derxîne, mixalefet jî piştgiriyê dide vê daxwazae Erdogan.

Dinya jî bêdeng e, Yekîtiya Ewrûpayê, gelek welatên berê piştgirî didan kurdan, li dijî êrîşên Tirkiyê bûn îro bêdeng in. Ya jî wek berê Erdogan rexne nakin. Amerîka û Fransa ne teê da, mixalefeta dinyayê jî pir sist e.

Hin welat ne tenê bêdeng in, ji tirsa xwe Erdogan zeyt dikin, dibêjin "li Tirkiyê hin kêmasî hebin jî demokrasî heye." Wezîrê karên derve yê Swêd ji tirsa xwe wer dibêje. Dibêje "heqê Tirkiyê heye xwe biparêze, şerê terorîstan bike." 

Yanî heqê Tirkiyê heye Kurdistana Rojava dagir bike. Çimkî Erdogan dibê hêlîna "terorê" Rojava ye.

Ev bêdengiya dinyayê û piştgiriya hin welatên wek Swêd cesaretê dide Erdogan, lema jî dixwaze Kurdistana Rojava bi tevayî dagir bike.

XXX

Qerekterê hin kesan li gorî menfaeta wan şikil girtiye, ji wan ra çi baş be dikevin wî kirasî, li wê têlê dixin.

Do çi gotibûn. îro çi dikin ji bo wan qet ne muhîm e.

Serokê Amerîkayê berî bibe serok pir gef li Erdogan dixwar, digot ez bibim serok ezê hesab jê bipirsim. Lê îro ew soz û ahdên xwe ji bîr kirine. Hetanî nuha bi qasî serê derziyê jî zirarek nedaye Erdogan.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE